Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Girîngiya şanoya kurdî hat gotûbêjkirin

October 26, 2022
0 0
Girîngiya şanoya kurdî hat gotûbêjkirin
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Di çarçoveya 8’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê de şanogerê ji Rojhilatê Kurdistanê Ghotbedîn Sadeghî li ser şanoya kurdî û şanonameya kurdî semînerek li dar xist. 
 
Li Amedê 8’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê ku di 20’ê mehê de destpêkiribû dê heta 30’ê mehê berdewam bike. Di bernameya îro de şanogerê ji Rojhilatê Kurdistanê Ghotbedîn Sadeghî li Rojhilat û Îranê bi nav û deng e jî mêvanê mihrîcanê ye. Ew li Rohilatê Kurdistanê û Îranê şanogerek bi nav û deng e û li Îranê wek “hosteyê şanogeriyê” tê nasîn. Sadeghî semînera bi navê “Giringiya Şano û Şanonameya Kurdî” pêşkêş kir. Semîner bi tevlîbûna gelek kesan hat lidarxistin. 
 
Sadeghî di semînerê de behsa jiyana kurdan û girêdayina jiyanê wan a bi şanoyê ve kir û 3u bal kişand ser kevneşopî û felsefeya kurdan û pêşxistina şanoya kurdî. Sadeghî di gotûbêja xwe de ji bîranînên xwe yên şanogeriyê mînakan da û hûner û rewşa kurdan a îro da ber hev. 
 
Semîner bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû. 
 
Her wiha îro di saet heşt û nîvan de lîstika Mek’an Sahne (Stenbol) ya bi navê “Dansoz” dê derkeve ser dikê. 
 
GHOTBEDÎN SADEGHÎ KÎ YE ?
 
Sadeghî, li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di nîsana 1952’yan de hatiye dinê. Sadeghî nivîskarê lîstikan, şanoger, sînemager û mamosteyê hunerê ye. Di sala 1980’î de koma şanoyê ya bi navê “Koma Şanoyê ya Honar” ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gelek bi nav û denge ava kir. Her wiha Sadeghî wek zanayekî çand û hunerê jî tê naskirin. 
 
Bernameya Mihrîcanê ya sibê jî wiha ye: 
 
* 27’ê Cotmehê: Şanoya Bajêr a Amedê – Dek û Dolabên Scapen (15.00)
* 27’ê Cotmehê: Şanoya Rad (Ûrmiye) – Qabûza Mêrûyan (20.30) 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Fîlmê ‘Rev’ tê nîşandan

Fîlmê 'Rev' tê nîşandan

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist