Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

GOG’a zarokan derket

January 31, 2021
0 0
GOG’a zarokan derket
Share on FacebookShare on Twitter

Kovara wêneromanî ya zarokan a bi kurdî ya yekemîn GOG, bi awayekî dîjîtal dest bi weşana xwe kir. Kovara bi zaravayên kurdî kurmancî û kirmanckî ye, navê xwe ji lîstikeka zarokan a berê girtiye û xwedî naverokeke dewlemend û cihêreng e. GOG ji bo zarokên temenê wan di navbera 7-14’an de ye.

Kovara GOG’ê bi karakterên xwe jî balê dikişîne. Karakterên navdar ên mîna kowboy Red Kît, çermsorê biçûk Yakarî, Thorgalê yê li nav vîkîngan ji bo malbata xwe biparêze ji ji neçarî şer dike û her wiha çîroka Milo heye.

Karakterên cur bi cur hene

- Advertisement -

– Advertisement –

Di kovarê de, xêzkar Dogan Guzel ‘Qirix’, Ender Ozkahraman ‘Çîrokên Wê Derê’, Îmam Cîcî zincîreya ‘Ev Kî Ye?’, Evdal Can jî çîroka Şahmaranê xêz kirine. Her wiha di nav karakteran de karaktera ‘Porsor’ jî heye.

Çîrokên zanyar û hunermendan

Di hejmara yekê ya kovara GOG’ê de hunermendê navdar ê îsraîlî Asaf Hanuka jî bi çîrokekê piştgirî daye kovarê. Çîrokên mirovên zanyar û hunermendan, dahurandina karakterên wêneromanî û nûçeyên zanist û hunerê jî GOG dewlemend û rengîntir kiriye.

Ji bo zarokên kurdan

Gerînendeyê weşana giştî yê kovara GOG’ê Îmam Cîcî, da zanîn ku wan bi GOG’ê xwestiye alternatîfekê pêşkêşî zarokên kurdan bikin ku ji perwerdeya zimanê xwe kurdî bêpar in. Cîcî got ku kovara GOG’ê ji bo nivîskar û xêzkarên kurd jî platfromeke serbixwe ye.

Îmam Cîcî destnîşan kir ku wan hejmara yekê ya GOG’ê bi awayekî dîjîtal amade kiriye lê wê piştî demekê bi awayê kaxidî jî derbikeve.

Kovara GOG’ê 48 rûpel e û kesên bixwazin dikarin wê li ser malpera www.gog-weneroman.com’ê peyda bikin. AMED

#Xwebûn

Next Post
Sara Omar Firmesk e

Sara Omar Firmesk e

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist