Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

HDP’ê li Avcilarê qursa kurdî da destpêkirin

December 1, 2022
0 0
HDP’ê li Avcilarê qursa kurdî da destpêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

STENBOL – Rêxistina HDP’ê ya Avcilarê ji bo ku axaftina kurdî berbelav bibe bi piştgiriya Enstîtûya Kurdî qursa ziman da destpêkirin. Endamê Komîsyona Perwerdeyê yê HDP’a Avcilarê Semîh Sungul her kesê ku dixwaze hînî kurdî bibe vexwend qursa ziman. 

Li gor daneyên Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) yên 21’ê sibata 2022’yan parve kiriye, li ser tevahiya cîhanê bi giştî 6 hezar ziman têne axaftin. UNESCO destnîşan kir ku ji van zimanan ji sedî 43’yê wan bi tunebûnê re rûbirûne. UNESCO bi navê “Nexşeya Zimanên di Bin Talûkeyê de” nexşeyek parve kir û li gor vê nexşeyê hat destnîşankirin ku her 15 rojan carekê zimanek ji holê radibe. 
 
DÊ 9 MEHAN BIDOME
 
Rêxistina Navçeya Avcilarê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca axaftina kurdî berbelav bibe, bi piştgiriya Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê di 18’ê mijdarê de qursa ziman da destpêkirin. Perwerde dê her rojên înê, di navbera saetên 18.00’an û 20.00’an de li avahiyê HDP’a Avcilarê bên dayîn.  
 
Endamê Komîsyona Perwerdeyê yê HDP’a Avcilarê Semîh Sungul anî ziman ku ew ê ne tenê qursên ziman di heman demê de dê semîner û konferansên ziman jî pêk bînin. 
 
‘KURDÎ ZİMANEKÎ GERDÛNÎ YE’
 
Sungul, diyar kir ku kurdî ne zimanekî herêmkî ye û da zanîn ku kurdî weke elmanî, ingilîzî zimaneke gerdûnî ye û got: “Zimanek ji malzimana Hînt Ewropî, dewlemend û gerdûnî ye. Mixabin pergal li dijî zimanê kurdî pozîsyonek siyasî daye ferzkirin. Kurdî bi tu awayî ne zimanekî siyasî ye. Ne hewce ye wate û mîsyoneke pir cûda li kurdî bê barkirin. Ev ziman ji hêla gelê kurd bi devokên cuda re tê axaftin. Ger ku ev ziman nebe dê ev çande jî winda bibe. Lê belê di vir de berpirsyariya herî mezin a kurdan e.” 
 
BANGA QURSÊ
 
Sungul li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê, her kesê ji bo hînbûn, pêşxistin û berbelavkirina zimanê kurdî vexwend qursa kurdî. 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Destana PKK’ê bi çand û muzîkê hate vegotin

Destana PKK’ê bi çand û muzîkê hate vegotin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist