Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

HDP’ê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pîroz kir

February 21, 2023
0 0
HDP’ê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pîroz kir
Share on FacebookShare on Twitter

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de hate gotin, “Di nav bobelata erdhejê de em pêşwaziya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî dikin. Di vê rewşa awarte û qeyranê de jî pêdivî û girîngiya zimanê dayikê careke din eşkere bû. Ji xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bigire heta dermankirina birînan û avakirina tora piştgirî û piştevaniyê, pêdiviya bi zimanê dayikê bi awayekî zelal eşkere bû.”

Peyama HDP’ê wiha dewam kir:

“Rêxistina Perwerde, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999’an de ji bo parastin û piştgiriya pirrengiya çandî û pirzimaniyê, 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî qebûl kir û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê hate misogerkirin. Lê mixabin ji destpêka sedsala 20’an û vir ve, ji xeynî zimanê Tirkî hemû zimanên cuda yên li ser vê axê bi awayekî sîstematik hatin bişaftin.

Bişaftina zimanan, polîtîkayên tunekirina çandî, sûcekî li dijî nirxên mirovahiyê ye. Di vê rojê de jî em careke din van polîtîkayan qebûl nakin. Bicihanîna peymanên navneteweyî, îro jî erkeke bingehîn a desthilatiya Tirkiyeyê ye. Divê qanûna bingehîn li gorî vê rastiyê bê amadekirin û mafê zimanê dayikê wek fermî bê naskirin û qebûlkirin. Divê polîtîkayên yekzimaniyê bê terikandin.

Di van rojên zor û zehmet de em 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li temamî zimanan û gelan pîroz dikin. Di vê rojê de em careke din banga bilindkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê dikin.”

Next Post
21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê: Zimanê Kurdî hîn jî qedexe ye

21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê: Zimanê Kurdî hîn jî qedexe ye

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist