Em bibêjin tiştekî di demaniyeke ne guncaw de meyla tinebûnê kir, yan jî tinebûnê zor li wî tiştî, ango li wê hebûnê kir û ew ji holê rakir. Encam, bi awayekî jênerev takêşî ye. Takêşiya bi ser navê tinebûnê. Çima yan jî çawa takêşî? Ji ber ku aliyek (tenê ji bo demeke diyar be jî) ji holê rabûye, bi gotineke din ji hebûnê vegeriyaye ser tinebûnê, wê gavê li wir û ji bo wî tiştî tenê tinebûn heye. Tinebûna bê hebûn. Lê em ji jiyanê dizanin ka çawa hebûn bêyî tinebûnê nabe, di heman demê de tinebûn jî bêyî hebûnê nabe. Nexwe, di nava tinebûnêkê de hebûnek tine be, em ê bi ti awayî nikaribin behsa wê tinebûnê bikin. Di vî warî de ya ku em pê digirin û tinebûnê dikin mijara dahurandin û şiroveyan ew para hebûnê ya di nava wê tinebûnê de ye. Ev yek di warê hebûnê de jî wisa ye. Dema mesele dibe hebûn, em behsa para tinebûnê ya di nava hebûnê de dikin û bi ser wê re jî derbasî şirove û darazan dibin. Ev yek wisa ye. Ji ber ku tiştek heke ne xwediyê tinebûnekê be, ne xwediyê hebûnekê ye jî û dîsa tiştek heke ne xwediyê hebûnekê be ew tişt ne xwediyê tinebûnekê ye jî.
Li aliyê din, gotin yan jî nihêrîna “tiştek hem heye û hem jî tine ye” jî nikare diyalektîka hebûn û tinebûnê şirove bike. Nikare, ji ber, ne ku tiştek hem heye û hem jî tine ye, loma heye, yan jî loma tine ye. Ew tişt ji ber ku heye tine ye û ji ber ku tine ye heye. Yan jî em wiha bibêjin; hebûna tiştekî pêşmerca tinebûna wî û tienbûna wî jî pêşmerca hebûna wî ye.
Ya girîng ew e ka em çawa dibînin
Biryar û darazên kêyfî