Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Hêjmara 10’emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye

January 2, 2021
0 0
Hêjmara 10’emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Hejmara 10’emîn a Kovara Zrîngê derket û gihîşt xwînerên xwe. Kovara qerfî Zrîng, di berga xwe de balê dikişîne ser sala nû. Kaloyê ku sersalê pîroz dike, ji ber xizaniya li Kurdistnê xemgîn dibe û cilên xwe diyarî dike.

 
Hejma 10’emîn a Kovara qerfî Zrîngê ya ku mehê carekê derdikeve hat çapkirin. Kovar, bi naverokeke têr û tije îronî, mîzahî û hizirî gihişît ber destên xwînerên xwe. Berga kovarê ya ku ji aliyê xêzkara jin Rûşen Sarili ve hatiye xêzkirin, balê dikişanîne ser sala nû û xizaniya ku li Kurdistanê. Civaka kurd, her sersalê bi lîstikên kalo û pîrê, bûk û zava, kosegerî û hwd. şahiyan li dar dixe û sersalê pîroz dikin. Xêzkar Sarili, rewşa heyî ya xizaniyê bi kaloyê sersalê yê diyariyan belav dike vedibêje. Kaloyê ku sersalê pîroz dike li pêşberî xizaniya li Kurdistnê xemgîn dibe û cilên xwe diyarî dike. Zarok lê pêşberî van diyariyan kêfxweş dibe lê kalo ji ber rewşa heyî hestiyar û bi girî dibe. 
 
BI XÊZ Û NIVÎSKARAN LI BENDA WE YE
 
Di vê hejmarê de; nivîskar Azad Kûtî bi meselokên xwe, Rûşen Sarili bi rûpela xwe ya ‘Kundirlop’, Eşref Mumcu bi karakterên ‘Melle’, ‘Dîkê Qoqo’, ‘Sosretîk’, ‘Tabletên Beredayî’, ‘Evînên Sist’, ‘Mehlûqatên Eşref Mumcu’ û ‘Tirşik’ , Şêx Zubêr bi nivîsa xwe ya ‘Lome û Dîplome’, Sadiye Denîz Eser bi xêzên xwe yên ‘Jiyana Nedîtî’, Erceren Akbayir û Kubîlay Odabaş bi xêzên xwe yên rojevî û mîzahî, Ikram Balekanî bi nivîsa ‘Ma we dizanî!’, nivîskar Mehmet Erbey û xêzkar Mustava Yaman bi karakterê ‘Xeto’, Ozgur Amed bi nivîsa ‘Xidir na lê Xizir bil bi me re be!’, Xêzkar Mustafa Yaman bi xêzên rojevî, xêzkar Bunyamîn Karakoç bi karakterê ‘Ehmed’, Eliyê Xemxwir bi serpêhatiyên xwe, Ûsiv Mele bi ‘Teşqele’ yên xwe, Mem Aliyê Kamûr bi balkişandina ser zimanê jiyanî yê Amedê, xêzkar Hebûn bi karakterê xwe yê ‘Belengaz Behrî’, Mij û Dûman bi ‘Radyoya Bêsansur’, xêzkar Michael Erdman bi ‘Pîsîka Qelew’ , ji zindanê Îsa Bal û xêzkar Ercan Altûntaş jî bi portreyên navdarên kurd di vê hejmarê de dertê pêşberî xwînerên xwe. Di vê hejmarê de Sadiye Denîz Eser, Eliyê Xemxwir, Ûsiv Mele, Îsa Bal û Ercan Altûntaş care yekemîn cihê xwe girtin.
 
KOVARÊ PÊŞBIRG LI XWE ZÊDE KIR  
 
Kovara Zring di vê hêjmarê de ji ber eleqeya çand û ziman û parastina çand û ziman cih da pêşbirkekê jî. Di nivîsa amadekirina pêşbirkê de wiha tê gotin: “Xwînerên hêja ji bo eleqeya li çand, ziman û wêjaya kurdî ji niha û pê ve em ê di her hejmarê de cih bidin vê pêşbirkê. Kî pênc (5) pirsên me bibersivîne û heta 20’ê mehê bi mailê ji me re bişîne, dê bi pişk kişandinê ji bo yê ku navê wî/ê derketî pirtûkeke kurdî û ji bo 5 kesên bi hema şêwazê navê wan derketî jî hejmara nû ya Zrîngê diyarî bê dayîn.” 
 
DÊ HER MEH PORTREYÊN NAVDAR AMADE BIKE
 
Li aliyê din jî kovar dê ji niha û pê ve di her hejmarê de cih bide portreyê navdarên kurd. Di vê hejmarê de jî bi xêzên Ercan Altûntaş cih daye portreyên Eyaz Yûsif û Erdewan Zaxoyî.
 
 
 
 
 
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Peykerê Jiyanewe ji bo Şengalê

Peykerê Jiyanewe ji bo Şengalê

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist