Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Hejmara 8’emîn a kovara Şermolayê derket

December 18, 2020
0 0
Hejmara 8’emîn a kovara Şermolayê derket
Share on FacebookShare on Twitter

 

Hejmara 8’emîn a kovara Şermolayê ya wêje û çandê ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya hejmara 8’emîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê” ye. Ji ber girîngiya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendiya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hatiye hilbijartin.

Di vê hejmarê de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê hene. Beşên kovarê ev in: Analîzên hizrî, dosyaya  hejmarê, lêkolîn, hevpeyvîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî.

Di pêşeka hejmarê de wiha tê gotin: “Werger, di sedsala nozdehan de, piştî sedsalên paşverûtiya serdema  dagirkeriya Osmanî, roleke mezin di vejandina gelên Rojhilata Navîn (ereb, kurd, suryan, ermen û yên din) lîstiye. Faktora herî berbiçav a di vî milî de xwedî rol bû, danûstandin û têkiliyên hin ronakbîran bi çanda gelên ewropayî re bû ku bi rêya şandeyên ewropî yên dihatin herêmê pêk dihat. Di encama van tekiliyên çandî de, ronakbîrên gelên deverê berhemên fikrî, wêjeyî û zanistî yên herî berbiçav ên ewropî wergerandin û veguhastin zimanên xwe û di vejandin û pêşvexistina wêjeya gelên Rojhilata Navîn de gavek bi bandor avêtin.

 Hêjayî gotinê ye ku heger wergera ramanên zanistî û çandî di warê pratîkî de ne xwedî bandor û geşedaneke erênî be, ew ê di pêşveçûna zanistî û şaristanî de bê encam be.”

Hejmara 8’emîn a kovara Şermolayê 204 rûpel e, bi zimanên kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Naveroka beşa kurdî

Pêşekî:

– Werger, Parastin û pêşkeftina şaristaniya mirovahiyê ye.. (Desteya sernivîskariyê)

Analîzên hizrî:

– Bilindbûn (Abdullah Ocalan)

Dosya:

– Werger (Aram Hesen)

– Pirsgirêka Têrmsaziyê Di Pêvajoya Wergêrana Kurdî de (Berzo Mehmûd).

– Bizava Wergerê li Rojavayê Kurdistanê (Nêçîrvan Evdilezîz)

Lêkolîn:

– Peymana Sevrê û Serxwebûna Kurdistanê (Kakşar Oremar)

Hevpeyvîn:

– Li gel nivîskar û wergêr “Ebdelah Şêxo” ye  (Aram Hesen)

Jin û çand:

– Elmas Xan…Elmasa Dengbêjiya Kurdî 1894-1974 (Vejîna Kurd)

– Xwezî.. (Salîha Qasim)

Pirtûkên derketî:

– Firîna Bi Baskên Şkestî Evîna li ber siya xwediyên alên reş .. (Lukman Polat)

– Pirtûkên derketî  (Desteya sernivîskariyê)

Werger:

– Çend Wêneyên Helbestî  (Ebbas Kiyarustemî..Wergera ji Erebî: Qadir Egîd)

Huner:

Herger (Fatma Ehmed)

Çîrok:

– Erê Ez Bûm.. (Xoşman Qado)

– Gorkoler.. (Zîlan Hemo)

Helbest:

– Çerxa felek.. (Mihemed Abdulezîz)

– Xwîna Helbestê.. (Mehmûd Misto)

– Kin Bû Buhar.. (Fîxan Hîmo

– De ka em biçin (Mihemed Welîd)

Serbest:

– Navenda Mezopotamya Ya Wergerê (Darwîn Darî)

– Wêje.. (Beşîrê Mele Newaf

– Dilekî Birîndar Şikoyê Hesen .. (Occo Mahabad)

– Romannasî.. (Lîlav Îsa)

– Gundê Başemrê.. (Şerîf Mihemed- Welîd Bekir). QAMIŞLO

#Xwebûn

Next Post
Pirtûka ‘Bîranînên Kurdistanê’ ya Komara Kurdistanê

Pirtûka ‘Bîranînên Kurdistanê’ ya Komara Kurdistanê

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist