Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Hejmara nû ya ‘E-Kovara Sînemaya Serbixwe’ derket

January 5, 2021
0 0
Hejmara nû ya ‘E-Kovara Sînemaya Serbixwe’ derket
Share on FacebookShare on Twitter

Hejmara 4’emîn a e-kovara bi kurdî ya “Sînemaya Serbixwe” derket pêşberî xwînerên xwe. Di hejmara nû ya kovarê de nivîs û gotarên balkêş cih digirin. Hêjayî gotinê ye ku E-kovara “Sînemaya Serbixwe” salê du caran bi nivîs, gotar, hevpeyvînên li ser sînema û çand-hunerê tê weşandin.

Di hejmara nû ya kovarê de Omer Bextiyar nivîsek li ser fîlmê “Stalker” yê derhênerê nemir ê cîhanî Andrei Tarkovsky ku mohra xwe li hunera sînemayê daye, nivîsiye û ketiye pey şopa heqîqeta fîlm.

Welat Ramînazad der barê fîlmên derhênerê navdar Nurî Bilge Ceylan de nivîseke bi Zazakî amade kiriye û li pêwendiya sînemaya derhêner bi kurdan re kolaye. Di vê hejmarê de, nivîsa Rûmet Medî ku li ser fîlmên jiyana kurdan, hatine amadekirin cih digire ku ev nivîs cara yekem di malpera Bianet Kurdî de hatibû weşandin.

Mela Mihyedîn, li ser yek ji fîlmên herî girîng û klasîk ên dîroka sînemaya cîhanê “The Seventh Seal” ê derhêner û senarîstê swêdî Ingmar Bergmanî nivîsiye. Welat Ramînazad ji bo vê hejmarê nivîseke din jî nivîsandiye û fikrên xwe yên der barê têkiliya fîlmê Cache yê derhêner Micheal Haneke bi kurtefîlmê Vîr ê Burhan Ateş re, aniye zimên.

Di hejmara 4’emîn de Dawid Jikevir nivîseke li ser mijara “Sînemaya Polîtîk” amade kiriye û li ser wateya têgeha sînemaya polîtîk sekiniye. Her wiha nivîsa Rûmet Medî ku der barê fîlmê “Bread and Roses” yê Ken Loachî de hatiye nivîsandin cih digire.

Emrah Kaplan ji bo vê hejmarê gotareke bi navê “Têgeha Temsîlê û Cihgirtina Têgeha Temsîlê Di Sînemayê De” nivîsiye û tê de qala mijarên têgeha temsîlê û têgeha temsîlê di sînemayê de kirine. AMED

#Xwebûn

Next Post
Serê salê û binê salê 

Serê salê û binê salê 

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist