Em jî bi Kadîr Stêra ra derbarê helbest û helbestvaniya wî, nêzîkbûyina wî ya huner û têkiliya huner û civakê de axivîn.
Helbestvaniya min bi xwendinê dest pê kir. Ji sêzdeh saliya xwe ve, hetanî vî emrê xwe, jiyana min bi xwendina pirtûkan derbas bû. Her ku min dixwend, dibûm xwedî xewn û xeyal. Di navbera salên 2003 û 2006’an de min lîse xwend. Hetanî wê çaxê jî, xwendinên min bi Tirkî bûn. Wê çaxê wekî gelek ciwanên me hay û bayê min jî ji edebiyata Kurdî tinebû. Min ji xwe re helbestên Ahmed Arif, Ahmet Telli jiber dikirin. Min li cem mamosteyê xwe yê lîseyê helbestek xwend, bandora dengê min li ser wî çêbû, ez tevlî koma helbestê kirim. Di wê navê de jî, helbestên Tirkî yên li gorî pîvanê min dinivîsandin. Tê bîra min rojekê hê ez diçûm lîseyê, hevalên birayê min hatibûn şevbuhêrkê, yekî ji nav wan digot: ‘Tu dar î, ez daristan im. / Tu av î, ez çem im./ Tu gul î, ez buhar im.’ Ez matmayî mabûm. Paşê min devê romanekê vekir, min dît li wir ristek bi Kurmancî nivîsandiyi û li bin navê Melayê Cizirî hatiye nivîsandin. Wê çaxê peydakirina berhemên Kurdî ew qasî ne hêsan bûn. Bi tenê, carinan birayê min Azadiya Welat dianî malê. Min nedizanî bixwînim; lê dîsa jî, xwe lê dikir bela. Ev tiştên, ez rastî wan dihatim, kela canê min radikirin. Herî dawî jî, di êvareke havînê de, xalê min ê helbestvan Bamed Serdar bûbû mêvanê me. Çawa bi min re axivî, min di dilê xwe de gotibû: ‘Ev çi zimanekî xweş e, wekî hingiv şêrîn e.’ Dem derbas dibû, min berê xwe da siyasetê. Hetanî çûm zaningehê jî, xwendina min a Kurdî kêm bû. Ez dibêm, sal 2007 bû, ji bo pirtûkên Kurdî çûbûm Qoserê. Wê çaxê min pirtûkên çîrokan kirîbûn û dixwendin; lê min bi wateya pirrî peyvan nedizanî. Min gerdûnek nû keşf kiribû. Li ser xaka xwe, biyanîyê helbesta xwe bûm. Li zaningehê min berê xwe da helbesta zimanê xwe. Werhasilî kelam, çîroka min a helbestê dûdirêj e. Ji ber vê ez vegerim ser nêzîkatiya xwe a helbestê. Li gorî min helbest reqs û ahenga peyvan e.
Te got “helbest ji bo min lêgerîn e” û te qala erd Argon û Fatma Savci kir. Tu li çi digerî û helbestên van herdu helbestkaran tesîreke çawa li lêgerîna te kir?
Hêviya me hemûya welatekê yekbûyî ye; lê meraq dikim, helbest ji bo vê hêviyê çawa tevdigere?