Hefteya bihurî, bernameyê bi şevbihêrka yekemîn dest pê kiribû. Di şevbihêrka yekemîn de helbesta bi navê “Şerbeta lam û bê`yan” hat şirovekirin.
Diyar Bohtî li ser taybetmendiyên helbesta ʹʹKes bi dada me nepirsit” ya Melayê Cizîrî got, “Taybetmendiya helbestê xezel bû, naveroka wê jî girêdayî berpirsyarî, tênekirina hêzê, pêdiviya bi kirdarekî, tiştên pêkan û nepêkan, tiştên bikêr û yên bêkêr, behredarî, têkoşîn, cewherê tiştan û evîna rast bû. Balê dikşîne ser pêwîstiya bi têkoşîn û rêxistinbûyînê.ʹʹ
ANHA/QAMIŞLO