Helbestvan Ferhad Merdê ji bo silavkirina berxwedana Gerîlayên Azadiyê ya li dijî êrişên dagirkeran ên li ser Kurdistanê berhemek nû pêşkêş kir.
Helbestvan Ferhad Merdê têkildarî berxwedana Gerîlayên Azadiya ya li çiyayên Kurdistanê û bi taybet li Zagros û Xabûrê berhemek bi navê ‘Cenga Zagros û Xabûrê’ parve kir.
Derhêneriya klîpa helbestê ji aliyê Alan Andros ve hatiye kirin.
Her wiha tomarkirin û parvekirina wê ji aliyê Amir Hesen û Can Dahir ve pêk hatiye.
(ab)