Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Helbestvanê bi nav û deng Celal Melekşa çû ser dilovaniya xwe

November 11, 2020
0 0
Helbestvanê bi nav û deng Celal Melekşa çû ser dilovaniya xwe
Share on FacebookShare on Twitter

Helbestvan Celal Melekşa ji ber helbestên xwe yên şoreşgerî di serdema her du rejîmên padişahî û komara Îslamî de pir caran destgîr bû û hate girtin. Her wiha ji aliyê her du rejîman ve bi çendîn pirsgirêkan û bêparbûn ji mafên xwe re rû bi rû hatiye hiştin.

Melekşa sala 1951’an li gundê Melekşa yê girêdayî bajarê Sine li malbateke welatparêz ji dayik dibe. Dibistana seretayî li gund dixwîne û qonaxên din ên navendî û amadeyî jî li bajarê Sine diqedîne.

Celal Melekşa di serî de bi nivîsandin û xwendina helbestên Farsî kete nava cîhana wêje, kêrhatiya wî di astekê de bû ku di wê serdemê de bêyî ku pirtûkekê çap bike bûye endamê ‘Yekîtiya Nivîskarên Îranê’.

Melekşa beriya şoreşa gelên Îranê û di dema rejîma padişahî de endamê Gerîlayên Fedayî yên Gel bûye û piştre bûye endamê Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîstî ya Îranê (Komele). Ji ber çalakiyên wî yên siyasî yên dema rejîma padişahî ji bo demekê tê girtin û piştî şoreşa gelên Îranê jî serbest hat berdan, lê pir dem derbas nebû ku wê carê jî rejîma Komara Îslamî ya Îranê ji ber nivîsandina helbest, mijar û helwestên wî dubare tê girtin.

Şoreşa gelên Îranê ya sala 1979’an di heman demê de şoreşek bû ji ziman û hunera Celal Melekşa. Piştî wê şoreşê dest ji nivîsandina helbest a bi zimanê Farsî berda û di cîhana nivîsandin û wêjeya Kurdî de dest bi nivîsandina helbest û çîrok kir. Bi qasî 15 salan wek endamê Desteya Nivîskarên Kovara Sirve xebitî û ji ziman û wêjeya Kurdî ya li Rojhilatê Kurdistanê re xizmetek mezin kir.

Helbestvan Melekşa di helbest û nivîsên xwe de behsa gelekî dagirkirî dike ku xwedî xeyalê azadiyê ye, bi nivîsandin, helbest û helwestê xwe ve li hemberî tarîtî û ne başiyan sekiniye.

Ew helbestvanê azadîxwaz çend caran ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Îranê ya dagirker ve hatiye vexwandin û gef lê hatiye xwarin. Celal Melekşa di dema berxwedana Kobanê û şerê li dijî DAÎŞ’ê de ango sala 2015’an ji bo wê berxwedaniya dîrokî û bê hempa ya Kobanê helbestek nivîsîbû, lê ji aliyê Wezareta Îttîlaata Îranê ve li bajarê Sine hatibû vexwandin û gef lê hatibû xwarin ku nabe di derbarê berxwedaniya Kurdan helbest binivîse. Lê Melekşa bi israr ji wan re gotibû ku ew ê dest ji armanca xwe bernede.

Melekşa jiyanekî hejarî jiya û weke tê gotin ji wan nivîskarên bê wêne ye ku ti carî pênûsa xwe ji bo nan, navdarî û desthilat ne firotiye. Lewma di hevpeyvînekê de ragihandibû ku ji 10 Komeleyan zêdetir helbest û çîrokên wî hene ku ji bo çapkirinê amade ne. Lê ji ber hejarî û bê piştevaniyê nikare wana çap bike.

Heya niha çend pirtûkên helbest û çîrokên Celal Melekşa hatine çap û berhevkirin ku navê wan wiha ne; ‘Zirnga zincîren peyvên dîl’, ‘Karesar’, her wiha du helbestên bi navê ‘Heta lûtke çendî mave?’ û ‘Dastanî dare pîre’ ji helbestên bi nav û deng ên Celal Melekşa ne. Beşek ji helbestên wî bi çend zimanê Farsî, Erebî, Îngilîzî û Swêdî hatine wegerkirin.

Celal Melekşa piştî 69 sal jiyana tije ji zehmetî, girtîgeh, helbest û helwest, duh li bajarê Sine ji ber krîza dil rehmet kir û vê timî li asîmanê wêjeya şoreşgerî ya Kurdistanê nemir be.

Next Post
Xelata Palmiyeya Bronz dan fîlmê Ji bo Azadiyê

Xelata Palmiyeya Bronz dan fîlmê Ji bo Azadiyê

Please login to join discussion
Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist