Hemû helbestên helbestvan, nivîskar û wênesazê Îranî, Sohrab Sepehrî, bi wergera Muhsîn Ozdemir ji Weşanxaneya Na’yê dertên. Weşanxaneya Na’yê hemû berhemên Sohrab Sepehriyê ku yek ji serkêşê helbesta nûjen a Îranê ye, çap dike. Berê jî Muhsîn Ozdemîr berhema Sohrab Sepehrî ya bi navê Dengvedana Lingê Avê ji Farsî wergerandibû Kurdî (Kurmancî). Ev berhem jî ji weşanxaneya Ronahî ve hatibû weşandin.
Sohrab Sepehrî yê ku heta niha helbestên wî li Îngilîzî, Fransî, Spanî, Îtalî û gelek zimanên din hatine wergerandin, bi wergera Muhsîn Ozdemir êdî bi Kurdî jî wê karibe bê xwendin. Nihêrîn û agahiyên ku wergêr Muhsîn Ozdemir derbarê Sohrab Sepehrî û helbestên wî de dide wiha ne: “Sohrab Sepehri, 7’ê Cotmeha 1928´an li Gundê Kaşanê yê ser bi Îsfehanê çavê xwe li dinyayê vedike. Zaroktiyê li Kaşanê, di baxçeyeke bavpîrên xwe derbaz dike. Sohrab, tevî helbestkariyê di heman demê de wênesaz jî bû. Herweha Sepehrî ji nifşekî helbestvanê wênekarîyê ye, ji vî aliyî ve helbesta Sohrab bi xwezaya xwe ve girêdayî ye. Tevî vê jî xwediyê dîtineke arîfane û di xwezayê de Xwedê vedikole. Helbesta Sohrab weke neqaşiyên wî rengorengo ye. Di helbesta wî de fikara wî li ser insên û qedera wî ye. Hemû eşya ji bo wî xwedî jîn in û ev eşya xwediyê ruh û hest in. Wî, di helbestên xwe de, weke hin helbestvanên Îranî, yên weke Furûx Feroxzad û Ehmed Şamlû, siyaset û teorî venehewandî ye.”
Muhsîn Ozdemir balê dibe ser tesîra ku Sohrab Sepehrî li ser sînemayê jî kiriye û dibêje, “Helbestên wî di demên dawî de bandor li sînemaya Îraniyan jî kiriye, ji ber vê yekê ku di pirtûkên dîrokî yên sînemaya Îraniyan de, – ku serok û serkêşê sînemaya Îraniyan yê ku tê qebûlkirin Ebbas Keyarostamî ye – gelekî di bin tesîra Sepehrîyî de maye. Filma Îraniyan a ku herî pirr di Mihrîcana Filman a Cannesê xelat wergirtiye, ya bi navê ‘Mala dostî li kurê ye’ navê xwe ji helbesteke Sohrabî, ya bi navê ‘Navnîşan’ ê wergirtiye. Her wiha helbesta wî ya bi navê ‘Av – em avan şolî nekin’ bûye sernavê filmeke din. Helbestvanên Îranî yên nûjen ên ku serkêşî kirine, di hêla teşe û zimên de him bi hev re her tim di nava şer de bûne, him jî di hêla teşeyî de bi hev ve girêdayî bûne. Helbestên Sohrabî, ligel vehewandina tenêtiyeke kambaxî, her tim jiyaneke di xweşikahiya zarokekî de teswîr dike.”
Sirûda Jehrê