Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Henan Sîdo: Festîvala Hawarê wê ji dijmin re bibe bersiv

September 6, 2021
0 0
Henan Sîdo: Festîvala Hawarê wê ji dijmin re bibe bersiv
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê Desteya Çandê û Endamê Rêveberiya Festîvala Hawarê Henan Sîdo li ser armanca Festîvala Hawarê axivî.

Henan Sîdo li ser Festîvala Hawarê got “Wekî ku tê zanîn ev festîval du salan carekê li dar diket. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Efrînê kir û ew der dagir kir, piştî 5 salan em festîvalê li Şehbayê li dar dixin. Ev festîval di bin sîwana Desteya Çandê de tê lidarxistin.”

Henan li ser armanca lidarxistina Festîvala Hawarê diyar kir ku wan di şertên zehmet de ev festîval amade kirine û got “Ev festîval wê ji dijmin re bibe bersiv. Bi festîvalê re em dixwazin gelê xwe bi rêya hunerê birêxistin bikin û em dixwazin gelê xwe ji helandina çandî biparêzin.”

Endamê Rêveberiya Festîvala Hawarê Henan Sîdo li ser bernameya Festîvala Hawarê jî got, “Taybetmendiya vê festîvalê ya ji festîvalê berê ev e ku endamên tevgera çand û hunerê di nav de cih nagirin. Em dixwazin îsal kesên xwedî huner û li malê ne, tevlî festîvalê bikin û ji wan re derfetekî çêbikin. Îsal 3 kom tevlî festîvalê dibin, di her komê de 7 kes hene. 2 kom li Şehbayê û komek jî li Helebê ye. Mîhrîcan îro (6’ê Îlonê) li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê dest pê dike. Mîhrîcan li ser 3 qonaxan e, ya yekem ji 6’ê Îlonê heta 9’ê mehê berdewam dike ku  ji 21 beşdaran tenê 14 beşdar dê werin hilbijartin. Qonaxa duyem jî di 14 û 15’ê Îlonê de ye û dê 7 kes werin hilbijartin û di 20’ê Îlonê de jî wê qonaxa dawîn dest pê dike. Piştre kesên di festîvalê de bi ser ketine wê klîpek ji wan re were çêkirin.”

Henan Sîdo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew dixwazin dijmin negihêje armanca xwe û got “Em ê rojekê bi reng û çanda xwe vegerin Efrînê.”

Next Post
Wênegirê reşûspiya bageran

Wênegirê reşûspiya bageran

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist