Belgefilma “Hêza” çîroka jineke Êzîdî ye, ya ku 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê li gel 24 endamên malbata xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tê revandin. Çeteyên DAIŞ’ê Hêza dibin Reqayê û li wê derê çete gelek kirinên xirab lê dikin. Gelek caran hewla întîharê dide, lê namire. Ew piştre li Reqayê bi rêya malbateke Kurd xwe rizgar dike.
Li Şengalê dibe fermandareke YJŞ’ê û ji bo tolhildana jinên Êzîdî di sala 2016’an de wek fermandara YJŞ’ê diçe Reqayê û tevlî operasyona paqijkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê dibe. Piştî xîlafeta DAIŞ’ê li Reqayê tê hilweşandin, diçe serdana wê malbata Kurd a ku di dema DAIŞ’ê de alîkariya wê kiribû.