Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Hezkirina Harûn û Ehmed’ê Otîzim ya li beramberî govendê

December 13, 2020
0 0
Hezkirina Harûn û Ehmed’ê Otîzim ya li beramberî govendê
Share on FacebookShare on Twitter

ARMANC HEREKOL/XURBET TALLÎ

Li Mexmûrê du zarokên astengdar (Otîzim) yên ku bi navê Harûn û Ehmed hezkirina wan ya balkêş a  li beramberê govendê rengek dide civakê. Eyşê Tallî da zanîn ku kurê wê Harûn di aliyê dîlan girtinê de, kîjan miqam bivê mîna ku hatiye perwerdekirin direqise.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) du zarokên astengdar (Otîzim) ên ku bi navê Harûn Tallî û Ehmed Çetîn ku temenê wan 16 salîne, hezkirinek ya wan a pir balkêş li beramberî govendê heye. Her wiha girêdana herduyan a bihevre jî pir balkêşe. Dayîka Harûn ya ku bi navê Eyşê Tallî li ser zarokatiya Harûn û hezkirina wî ya li beramberê jiyanê ji ajansa me re axivî.

‘Harûn ji sedî 20 astengdare’

Tallî di serî de qala destpêka ferqkirina vê astengiya Harûn kir û wiha got: “Dema ku Harûn ji dayîk bûyî, me ferq nekir ku ev nexweşiya wî heye. Piştî çend heftiyan me bir qeyda nasnamê, li wir doxtor got me zarokê we zerik (hepatît) bûye û em şandin Musil ji bo nexweşxaneyê. Li Musilê doxtor got me zorokê we ji sedî 20 Otîzime yan jî sedî 20 laşê wî siste. Em çûn gelek doxtoran, wan doxtoran jî ji me re gotin ger hun baş lê mêze nekin di demê pêş de wê seqet bimîne. Niha bûye 16 salî, di nava van 16 salan de em wek malbat gelek bûne alîkar, ji ber wê yekê niha ne seqete. Piştî çend salan jî wî xarin ne dixwar, tenê şîr û ava fêkiyan dixwar. Piştî çend salan doxtorek ji Ewropa ji bo wargehê hat, me Harûn bire gel wî doxtorî jî ji me re got Harûn sedî 20 astengdare, her wiha got wê du salan carekê mezin bibe û ji zarokên din cudatir e.”

Eyşê Tallî

‘Harûn bixwe dermanê xwe dît’

Eyşê wiha qala Harûn ya di dema malde kir: “Ger tişta ew bixwaze were pêkanîn, ti pirsgirêkan dernaxe. Carekê me bir nexweşxaneyê, doxtor got îltihaba wî pir zêde ye. Em hatin mal, wî jî raste rast destbi xwarina pîvazan kir. Heta heyvekê, bê navber pîvaz xwar. Piştre me bir nexweşxaneyê û doxtorê wî got vî çi xwariye îltîhaba xwe xilas kiriye? Doxtor jî matmayî ma. Weke mûcîzeyekê sax bû û wî bixwe dermanê xwe dîtibû. Her wiha ev du sale dibistana bi navê Hêvî ji bo Harûn û yên weke wî di nava wargehê de hatiye vekirin. Dibistan ji bo Harûn gelek bûye alîkar, di gelek aliyan de jî pêş ketiye.”

‘Gelek bi hevalên xwe ve girêdayî ye’

Herî dawî Eyşê Tallî behsa heskirina Harûn a li beramberî govendê kir û got: “Ti caran me ji bo Harûn ne gotiye here dîlanê yan jî hefleyekê. Harûn bi hevalê xwe Ehmed re hertim di dawet û dîlanan de cih digire. Kîjan miqamê dîlanê hebe li gor wê mîna ku perwerde dîtibin direqisin. Dema tê mal, em dibêjin şerme êdî bese dîlanê neke, lê xwe bi me re aciz dike û dibêje wene bêjin min. Weke din dema xemgîniyek yan jî kêyfxweşiyek hebe, ew bixwe li gor wê demê digûhere. Di nava gel de jî tê hezkirin û piranî bi hevalên xwe yên dibistanê re digere yan jî dîlanê dikin. Di nava zarokên min de tenê Harûn wisa astengdare, her wiha di nava zarokên xwe de yê herî zêde jê hez dikim Harûne û ne tenê ez malbat giştî bi Harûn ve girêdayîne.”

(kş)

#Rojnews

Next Post
Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist