Ji bo xwe ew dibêje, “Di zarokiya min de eşqek bi min re çêbû ji bo huner û karê bi derziyê. Paşê, min her du bi hev ve kirin û dest bi hunerê neqişandina li ser paçî bi ta û derziyê weke alternatîfeke xêzkirin û rengandinê. Pêre pêre, ez fêr bûm ku portreyên mirovan heyî çêkim.” Ev jina ji peravên Mississippiyê ya reşik, wisa xweşik behsa serpêhatiya xwe dike.
Gava ew nirxekî hunerî li karê xwe bar dike, ew dibêje, “Bi hizra min jiyana hunerî navgîna bêqisûr e ji bo pîvana bîrewer a veguherîna şexsî, ew dergehek e ji bo piştrastkirina nasnameyê”. Konseptên hunerî geşedana wê ya derûnî rohnî kirine.
Ruth Miller hin caran li ser paçê ku li ser neqşa xwe dike, deverên vala dihêle ku mirov hîna xêzên wê nas dike. Ew dibêje, ew bi qest wisa dike da ku wan deverên ta û derzî lêneketî bi pirsa “çi nehatiye çêkirin” zindî bibin. Diyar e sedemeke din jî ew e ku berhemên hunerê wê nebin merş yan jî xalîçe: “Ji ber vê hin berhemên min ên neqşê ti carî nabin xalîçeyên dîwaran”.
Rengandin bileztir e çima neqişandin?