Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Hunergeha Welat bi klîba ‘Serêkaniyê û Avaşîn’ balê kişand ser kîmyasalê

November 12, 2022
0 0
Hunergeha Welat bi klîba ‘Serêkaniyê û Avaşîn’ balê kişand ser kîmyasalê
Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA NÛÇEYAN – Hunergeha Welat ku li rojavayê Kurdistanê xebatên xwe hunerî bir ê ve dibe, bi klîba “Serêkaniyê û Avaşîn” balê kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî. 
 
Hunergeha Welat bi stran û klîbek nû li pêşberî guhdar û temaşevanên xwe ye. Hunergehê bi klîba strana “Serêkaniyê û Avaşîn” ku amade kir balê kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê. 
 
HEVKARIYA TIRKIYEYÊ Û ALMANYA
 
Di klîba hatiye amadekirin de dîmenên ku kîmyasal çawa bandorê li ser jiyana mirov û xwezayê dike, cih digirin. Rûpoş ango maskeyên li dijî gaza kîmyasalê li serê karekterên klîbê ne. Her wiha di nakaratên klîbê de balê kişandine ser hevkarî û bazara kîmyasalê ya di navbera Tirkiyeyê û Almanyayê de. 
 
‘CÎHAN KOR Û KERR E’ 
 
Stran bi hevokên pir sade û melodiyek xweş hatiye hûnandin. Di dawiya klîbê de wiha hatiye gotin: “Dewleta Tirk çekên kîmyewî li hemberî çiya û bajarên Kurdistanê, li hemberî şervan û gelê Kurdistanê, bikar tîne. Hemû cîhan jî xwe kor kerr kiriye…”
 
Gotinên stranê wiha ne: 
 
“Serêkaniyê û Avaşîn
Çeng û bask û niklê ko 
Çep û rast, pîçê Tirko
Tirko wa çû Berlînê
Da jehrê bi xwe re bînê
Da jehrê bi xwe re bînê
Bavê beriya Mêrdînê 
Mêrdînê bi deşt û çiya
Tirkê li pişta Gêsiya
Gaz avêtin nav giya
Li Serêkaniyê û  Avaşîn
Jehra ji Berlînê anîn
Avêtin ser canmerdan
Werxelê bi zare 
Doqmaqê serê contirkan
Nifşekî hare 
Hedara neyaran tune
De bes bike qitqitko
Nema lîs û mottiko
Ka dûvikê tev nedo
Bela zariya li xwe nedo
Pêşilka sisto visto 
Ji me kewê bi qebqebo
Li we dîsa gavrevo 
Me’naşa deq û ‘in e 
Tirko yê jêr û bin e 
Wek sergoyê repin e
Em Kurd in, taca cîhanê
Serî nadin bêjiyo
Ew sêwlekê li Enqerê
Hatî bazara berê
Bi hêsirê çavê can-Kurda
Bi guliyên van keç-merda
Sonda zeriya por kezî
Tê li nav xwînê bigevizî
Werxelê bi zare
Doqmaqê serê contirka
Nifşekî hare 
Hedara neyaran tune”
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Hunergeha Welat bi straneke nû bal kişande ser çekên kîmyewî

Hunergeha Welat bi straneke nû bal kişande ser çekên kîmyewî

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist