Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Hunermend Guneştekîn bersiva rexneyên li ser xwe da

October 23, 2021
0 0
Hunermend Guneştekîn bersiva rexneyên li ser xwe da
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Hunermend Ahmet Guneştekîn bersiva rexne û nerazîbûnên li hemberî pêşangeha xwe ya bi navê “Jûra Bîrê” ku li Amedê vekir da û got: “Heke me hesasiyetên li vir dizanibûya belkî dibû cuda bibûya.” 
 
Hunermend Ahmet Guneştekîn di 16’ê cotmehê de li Birca Keçê ya Amedê pêşengeha xwe bi navê “Jûra Bîrê” vekir. Ev pêşengeh gelek hat axivîn û gelek rexne, bertek hatin nîşandan û rê li ber protestoyê vekir. Guneştekîn ji bo bersiva rexne û bertekan bide li otelek Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Odeya Bazarganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya û hunermend Şener Ozmen û gelek kes beşdarî civînê bûn. 
 
Di civînê de ewilî Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya axivî û got ew neçar mane ku di hundirê hefteyekê de derbarê pêşengehê de qewimîne bi rojnamevanan re bicivin. Kaya anî ziman ku pêşengehek wiha ku li Amedê hatiye vekirin girîng dibînin û rexnekirin yek ji taybetmendiyên civakê herî girîng e lê ew rexneyên bi naveroka tundî û heqaretê red dikin. Kaya got heke wan hin kesan xemgîn kiribe ew lêborîna xwe dixwazin. 
 
‘MIN BÊDENGIYÊ TERCÎH KIR’ 
 
Hunermend Ahmet Guneştekîn jî anî ziman ku ji roja pêşengeh vebûye heta îro eleqeyek mezin dîtiye û wiha got: “Dema hatim vir, min got ku ez têm mala xwe, bi rastî min bersiva hemû pirsên ku meraq dikirin da. Helbet pişt re gelek bûyer qewimîn, min tercîh kir ku ji roja ewil de li hember hemûyan bêdeng bimînim.” 
 
Guneştekîn, Mehmet Kaya û Şener Ozmen bi hev re pirsên rojnamevanan bersivandin. 
 
‘KURD NÛ MIN KIFŞ DIKIN’ 
 
Guneştekîn da zanîn ku piştî bertekan eleqeya ji bo pêşengehê hin bêtir zêde bûye û got: “Kurd hêj nû nû min ferq û kifş dikin. Me dizanibû ku wê pêşengeh hişk be yanî dê bi xwe re gilî û gazin, bertek û rexneyan bîne. Ji gelek deveran mêvanên me hatin. Heke me hesasiyetên li vir dizanibûya belkî dibû cuda bibûya.” 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Cihê muzîkê li nava civaka Êzidî

Cihê muzîkê li nava civaka Êzidî

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist