Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Hunermend Hemîd: Jin pêşengên berxwedanê ne

January 14, 2023
0 0
Hunermend Hemîd: Jin pêşengên berxwedanê ne
Share on FacebookShare on Twitter

Berxwedana gelên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ev 3 meh in didome. Her wiha komkujiyên dewletê yên li hemberî berxwedana bi pêşengiya jinan didome. Di xwepêşandanan de heta îro 4 kes hatin bidarvekirin, zêdetirî 500 kes hatin kuştin û 20 hezar kes jî hatin girtin.

Hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê Hemîd Hunermend destnîşan kir ku berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ encama danehevên dehan salan e û wiha got: “Jinên Kurd û jinên azadîxwaz li dijî zilmê têkoşiyan. Em dibînin her soreşa ku jin pêşengiyê wê dikin, ew şoreş gihiştiye armanca xwe ango azadiya xwe. Rast e gelek xwîn hatin rijandin, lê di dawîyê de keziyên jinên şoreşger bûn sembola azadiyê. Ji ber vê yêkê dewleta Îranê baş dizane ku ew serhildana gelan li Îranê ne wek carên berê ne. Ji bo vê jî bi hemû hêza xwe li hember vê serhildanê sekinîye û her roj li ber çavên cîhanê dibe sedema trajediyên mezin.

ARMANCA ŞOREŞÊ AZADÎ YE

Hemîd Hunermed diyar kir ku mijara sereke rizgarbûna ji bin siya dewletê yê ku bi navê ol û îslamê dikeve nava jiyana wan kesan û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê xala sereke ya ku hemû neteweyên cuda yên li Îranê dike yek azadî ye.

TENÊ BANGAWAZÎ TÊR NAKIN

Hemîd Hunermend diyar kir ku ji bo berxwedanê tenê bang û daxuyanî têre nakin û got: “Êdî ji xeynî bang û daxuyaniyê derbasî qonaxeke din bûye. Hûn dibînin dewleta Îranê her roj ji derve û li zîndanan mirovan darve dike. Gelo bang û daxuyanî dikarin pêşî li qetilkirina wan mirovan bigirin? Ez dibêjim nikarin, pêwîst e her mirovek bi taybet kesên li derveyî welat li hemberî vê yekê têbikoşe. Ne tenê hunermend pêwîst e her kes û neteweyên cuda bikevin nava tevgerê. Bila li ber NY û parlementoya Ewropayê çalakiyan li dar bixin ku ev sazî jî li dijî dewleta Îranê bikeve nava tevgerê. Divê li hemû welatan li ber sefaretxane û konsolosxaneyên Îranê  xwepêşandan bên lidarxistin. Pêwîst e partiyên siyasî eniyek hevbeş ava bikin. Divê em xwedî li gelê xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê derbikevin û piştgirî bidin kampanyaya Hevya Sor a Kurdistanê ku ji bo malbatên şehîdên serhildana Rojhilatê Kurdistanê û malbatên girtiyan daye destpêkirin.”

Next Post

Bernameya meha Çileyêya ŞanoWanê eşkere bû

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist