Komeleya Hunera Milî Kurdistan û Geryan li Silêmaniyê bi çalakiyek hunerî hunermend Hesen Zîrek di 49’emîn salvegera wefata wî de bi bîranîn.
Di saetên êvarê de li navenda Rewşenbîrî ya Sera ya Silêmaniyê Komeleya Hunera Milî Kurdistan û Geryan bi dirûşma “Bilûra te bêdeng nabe Ciwanru’ hunermendê Kurd Hesen Zîrek bi boneya 49’emîn salvegera wefata wî bibîranîn.
Di merasîma bîranînê de hunermendan qetilkirina hunermend Ciwanru Baleban ku di rojên borî de li Hewlêrê di encama êrişek çekdarî de jiyana xwe ji destdabûn şermezarkirin.
Piştre jiyanameya hunermend Hesen Zîrek hat xwendin.
Piştre jî hunermend Sîrwan Zîrek û Ihsan Zîrek bi gotina stranên hunermend Hesen Zîrek coş dan şahiyê.
Hunermend Hesen Zîrek di 29’ê Mijdara 1921’an de li bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Xizmetek mezin ji huner û mûzîka Kurdî re kiriye û heta niha jî stranên wî di nava gelê Kurd de tên guhdarkirin û heskirin.
Hunermend Hesen Zîrek di 26’ê Hezîrana 1972’an de koça dawî kiriye.
(kş)