Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Hunermend Rewşan Çelîker li Amedê gotûbêjek li dar xist

December 25, 2021
0 0
Hunermend Rewşan Çelîker li Amedê gotûbêjek li dar xist
Share on FacebookShare on Twitter

 
AMED – Hunermend Rewşan Çelîker li Wêjegeh Amed gotûbêjek li dar xist û diyar kir ku ew dixwaze di navbera stran ango helbestên klasîk û nûjen de pirekê ava bike. 
 
Wêjegeh Amed ji bo hunermend Rewşan Çelîker li cihê xwe yê li semta Dîclekentê gotûbêj û çalakiyeke îmzeyê li dar xist. Gotûbêj bi mijara “Muzîka kurdî di endustriya muzîkê de” pêk hat û gelek kes beşdarî gotûbêjê bûn. Ji berpirsên Wêjegeh Amed Xelîl Semed moderatoriya gotûbêjê kir. Di gotûbêjê de beşdaran pirsên xwe ji Çelîkerê kirin. 
 
Çelîker li ser “Muzîka kurdî di edustriya muzîkê de” rawestiya û vê mijarê bi berfirehî nirxand. Çelîk li ser helbest ango besteyên klasîk û nûjen rawestiya û ew dixwaze di navbera besteyên klasîk û nûjen de pirekê çêbike û lewma wê besteyên Aram Tîgran striye û çend helbestên Fêrikê Ûsiv kirine beste. Çelîker anî ziman ku ew dixwaze stran ango helbestên ji devê gel û hêmanên li gorî ruhê gel bistrê. Çelîker destnîşan kir ku dema carina ew stranan dibêje digirî û got: “Her çiqas ji destê min tê dixwazim stranên xwe hîs bikim. Kela dilê min radibe. Dibe ku ew hestên min feyzê li ser hin guhdaran neke.”
 
Çelîker anî ziman ku divê kes zirarê nede stranan û pêwîste li şûna zirarê xwedî lê derkeve. Çelîker diyar kir ku di vê serdemê de jin bêtir li keda xwe xwedî derdikevin û haya wan ji çand û hunera wan heye û li ser pêyê xwe bisekinin.  
 
Piştî gotûbêjê Çelîker CD’iya xwe ji bo guhdarên xwe îmze kir. 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Qedexeyeke bê şerm

Qedexeyeke bê şerm

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist