Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Hunermendan bertek nîşanî ‘Muzeya Tuncelî’ dan: Ev travmayek nû ye

December 30, 2020
0 0
Hunermendan bertek nîşanî ‘Muzeya Tuncelî’ dan: Ev travmayek nû ye
Share on FacebookShare on Twitter

DERSIM – Hunermendên ji Dêrsimê bertek nîşanî veguherandina baregeha leşkerî ya ku Komkujiya Dêrsimê lê hatibû birêvebirin kirin muze dan û gotin travmayek nû li bîra civakê hatiye zêdekirin.
 
Li navenda bajarê Dersimê di salên 1935 û 1937’an de leşkgergeha ku hatibû avakirin û heta sala 1949’an de hat bikaranîn veguherandin “Muzeya Tuncelî.” Ev leşkergeh wek cihê birêvebirina Komkujiya Dersimêya sala 1938’an pêk hat tê zanîn. Ji bo vê leşkergehê di sala 2015’an de ji aliyê Wezareta Çandê ve xebatên restorasyonê hatibû destpêkirin. Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Dersimê daxwaz kiribûn ku ji bo ev leşkergeh bibe navenda hafizayê ya Muzeya Arkeolojî û Etnografya ya Dersimê, lê ev daxwaz nehat qebûlkirin. 
 
Hunermendên ji Dersimê bertek nîşanî çêkirina vê “muzeyê” dan. 
 
‘DIVÊ BIBÛYA MUZEYA BÎRÊ’ 
 
Hunermend Metîn Kahraman diyar kir ku nîqaşên têkildarî vê leşkergehê de ku veguhere muzeyê kevn in û hunermend û Şaredariya Dersimê demek hewl dane vê leşkergehê bikin muze û heta hin çalakiyên hunerî jî lê li dar xistine. Kahraman destnîşan kir ku pêwîste ev leşkerge bibûya muzeya bîrê û her çiqas navê Dersimê demek hatibe qebûlkirin jî lê dîsa niha navê Dersimê bûye babeta dadgehan. Kahramana anî ziman ku divê şerte ev leşkergeh bibe muzeya bîra 1938’an û ji bo vê yekê çi ji destê wan were dê bikin. 
 
‘BIRYARÊN QIRKIRINÊ DAN’ 
 
Hunermend Ferhat Tûnç jî destnîşan kir ku di bin navê “Muzeya Tuncelî” de baregeha leşkerî ku hatiye vekirin şopên qirkirina Dersimê li ser xwe dide nîşandan û ji wê dîrokê vir ve dixwazin nirxên dîrokî, çandî û bawerî yên Dersimê hemûyan tune bi hesibînin û zîhniyeta komkujiyê li gorî xwe tiştan dîzayn dikin. Tûnç anî ziman ku muze nûnertiya zîhniyeta qirker e û got: “Divê ev leşkergeha bûye muze bibûya muzeya şermê. Ji berk u biryarên qirkirinê li wir hatine dayîn. Ahmet Davûtoglû bi xwe gotibû navê vir gerek bibe ‘Muzeya Dersimê.’ Van gotinên xwe ji bîr kirin û pêvajoyek tuneirinê, pişaftin û qirkirinê dan destpêkirin. Dikaribûn vê avahiyê bikirina navenda bîra dîroka Dersimê.” 
 
‘DIVÊ RÛBIRÛBÛN PÊK WERE’
 
Hunermend Erdogan Emîr jî destnîşan kir ku bal kişand ser girîngiya bajarê Dersimê û wiha got: “Însanan ji warê wan kirin û şandin sirgûnê û wan û jiyana wan ji hev qûtkirin. Niha jî henekên xwe bi bîra civakê dikin. Lê heke hûn wir bikin muze jî qey em ê tiştên bi serê Dersimê de qewimîne ji bîr nikin. Helbet em ê ji bîr nekin. We di bîra civakê de travmayek çêkiribû û niha jî travmayek nû li travmaya heyî zêde kirin. Divê em ji bîra nekin. Ev bajar xwedî bîrek nayê ji bîrkirin. Hûn muzeyan vekin û hûn çi jî bikin, lê divê beriya her tiştî hûn bi xelkê Dersimê re rûbirû bimînin. Wê ev fikra qirker wê we ji nava çand û dîrokê paqij bike. Çawa ku Elmanan qirkirina li dijî Yahûdiyan pêkanî. Elmanan bi awayek be jî bi van qirkirinan re pêk anî ku bi qirkirinê re rûbirû bibe.” 
 
MA / Ayşe Surme
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Pirtûkên wêneyan ên ‘Em Kakeyine’ û ‘Nîgarekanî Şamaran’ hatin nasandin

Pirtûkên wêneyan ên ‘Em Kakeyine’ û ‘Nîgarekanî Şamaran’ hatin nasandin

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist