Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Hunermendan di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ çalakî da destpêkirin

January 8, 2021
0 0
Hunermendan di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ çalakî da destpêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Kolektîfên Hunermendên Kurd ên li Ewropayê wê li bajarên Hannover, Stûttgart, Essen, Hambûr, Kîel, Berlîn, Bîelefeld, Dûîsbûrg ên Elmanya, baarê Zurîh, Basel, Lozan ên Swîsreyê û paytexta Fransa Parîsê çalakiyan lidar bixin.

Daxuyanıya Kolektîfên Hunermendên Kurd a di çalakiya Baselê de ji aliyê S.Adar ve hate xwendin.

 

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser van xisûsan:

“Nirxê herî bingehîn a netewê dike netew têkoşîna azadiyê ye. Di nava her şert û mercan de divê demokrasî, azad, wekhevî û edalet ji bo hemû mirovan bê parastin. Ev nirx mîna hemû gelan, daxwazên gelê Kurd in jî. Lê dewleta TC’ê û hêzên li gel van daxwazên gelê Kurd nabînin û rêzê jêre nagirin. Di serî de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn qirkirinê ferz dikin.

Di serî de hikûmeta AKP-MHP’ê li Tirkiye serkêşiya vê dike û piştre jî hêzên hegemon ên netew-dewletê piştevanî dikin.

Em hunermendên Kurd dibêjin ku; cîhana ku di hunerê de tê dîtin, ne tenê cîhaneke tarî ya yek alî ye. Huner jiyaneke nû ya duyem dide mirovan. Jiyaneke xweş û li dijî hemû xirabiyan bi hunerê dikare pêkan be.

Em hunermend li dijî bê edaletî û qirêjiyê bi hêrs in. Em dixwazin vê hêrsa xwe ji bo parastina ciwaniyê bînin ziman. Em di wê baweriyê de ne ku li dijî nexweşiyê xweşî, li dijî  bêedaletiyê edalet, li dijî bê hiqûqiyê jî bicihanîna hiqûqê ye erka me.

Niha li dijî nêzîkatiyên tirajî û tinekirinê yên li ser gelê Kurd û lîderê wê bê tirs cesareta rû bi rû bûnê nîşan didin.

Tevî her tiştî jî em weke hunermendên ku bawerî bi hêza hunera ku ji bo ku ronahiyê ji nifşên nû re ragihînin ketine ser rê bang dikin.

Ji sala 1999’an û vir ve Abdullah Ocalan 22 sal in li Tirkiyeyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Tevî nirxandin û belgeyên CPT’ê yên êşkenceya li Îmraliyê jî dawî li êşkenceyê nayê anîn.

Banga me hestyarî ye. Banga me parastina mafê mirovan e. Banga me wekhevî ye. Banga me edalet e. Banga me hişmendiya terorîs a DAÎŞ’ê ji cîhanê tinekirine. Ji bo vê em dibêjin ku; dawî li tecrîd, êşkence û mercên Îmralî bînin, ji Abdullah Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû.”

Di çalakiya li Baselê ya bi mûzîk û reqsên cuda hatin kirin, balavokên balê dikişîne ser kampanyayê hatin belavkirin.

Li aliyê din Kolektîfa Hunermendên Kurd di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ wê Hannover, Stûttgart, Essen, Hambûr, Kîel, Berlîn, Bîelefeld, Dûîsbûrg ên Elmanya, baarê Zurîh, Basel, Lozan ên Swîsreyê û paytexta Fransa Parîsê çalakiyan lidar bixin.

Wê di meha Sibatê de jî kolektîf xebatên mûzîkê bikin. Ji bo balê bikişînin ser Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê jî wê li kolanan şano bên nîşandan. Wê heta 8’ê Adarê jî li kolanan performansên muzîka fermî bê kirin.

Next Post
Bazareke berhemên jinan

Bazareke berhemên jinan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist