Li ser bafirokan wêneyan xêz dike
Guiragossian, li Yaffayê xwe li “Studio Yarkon” qeyd dike û demekê li wir perwerde dibe. Lê beriya dinya wêneyên wî yên razber nas bike, ew sala 1956’an bûrsekê bi dest dixe û diçe li “Akademiya Hunerên Bedew a Floransayê” dixwîne. Sala 1958’an wî vedixwînin “Bîanela Floransayê”. Piştre jî ew diçe Parîsê û li wir li “Les Atelier de l’Ecole des Maîtres” perwerde dibe. Li “Galerie Mouffe” pêşangehekê vedike. Ber bi salên 1970’yî ve, êdî li welatên Ereb û yên Ewrûpayê ew dihat naskirin û pêşangehên wî çêdibûn.
Guiragossian di wêneyên xwe de bi mişextiyê dadikeve û fîgûrên wî bê cih û war in. Kompozîsyonên wî zêdetir bi reng in û bi van kompozîsyonan formên mirovan yên razber çêdike. Ew li hebûna insan digere û dixwaze vê lêgerîna mirovan bi wêneyan ango kompozîsyonên tîk ên bi reng nîşan bide. Hema bêje, hemû formên wî tîk in û berwarî naxebite. Derbên firçeyên wî tim tîk in û fîgûrên xwe bi vî awayî nîşan dide ango xêz dike. Her wiha têkiliya di navbera dê û zarokan de di wêneyên wî de mijareke sereke ye. Di gelek wêneyên wî yên razber de mirov dikare vê têkiliya hestiyarî bibîne. Ew bi xwe jî demeke dirêj bê cih û war maye û li ser sirgûniyê hiziriye. A rastî, ji bo wî welatek jî tinebû, lê dinya wî weke hunermendekî Ermen yê Libnanî nas dike.
Ev tabloya wî tabloya bi navê “L’Adieu” ye û niha di koleksîyona malbatê de ye. Malbata Guiragossian, sala 2011’an bi navê “Weqfa Paul Guiragossian” weqfek vekir. Wêne û xebatên wî li vê weqfê diparêzin û dikin arşîv û bi vî awayî li mîrasa wî xwedî derdikevin.