HEJAR REŞÎD
Navçeya Koye ku cih û warê Tayer Tofîq, Hacî Qadir, Dildar, Sêwe û bi dehan hunermendên din û cihê Koma Bawaciye bû, lê niha wekî ku hunermend dibêjin, huner li navçeyê miriye, sedema wê jî bi xemsariya desthilatê ve girêdidin.
Dema Koye tê gotin, hunermendên wek Tayer Tofîq, Hacî Qadir, Dildar û bi dehan hunermendên din ên navdar tê bîra mirov. Lê wekî ku hunermendên navçeyê behs dikin, desthilatê niha li Koye hunerê mirandiye.
Mamostayê Beşa Şano li Peymangeha Hunerên Xweşik a Şehîd Cehfer ya li Koye Umêd Reza di derbarê rewşa hunerê ya li navçeyê de got, giyanê heskirinê ji bo hunerê nine, ya heyî razîkirina desthilatê û destkeftên madî ye. Umêd da zanîn huner di bingeha xwe de heskirin û derxistina kêmaniyên jiyana civakê ye, lê niha ev huner nemaye.

Mamosta Umêd got; “Desthilat tirsa wê ji hunerê giştî bi taybetî jî hunera şanoyê heye. Ji berku şano rastiyan nîşanê civakê dide daku li dijî zilmê rawestin. Ji ber vê yekê li Koye huner sist û lewaz bûye. Her wiha ti xizmetek ji bo pêşxistina hunerê nayê kirin, hunera heyî jî tê reşkirin. Ji bo mînak, Peymangeha Hunerên Xweşik li Koye heye, li şûna ku kesek xwedî huner bixin rêveberê wê, kesek anîne ti eleqeya xwe bi hunerê ve nine. Niha bêhna hunerê ji Koye nayê.”
Mamostayê Beşa Mûzîkê li Peymangeha Hunerên Xweşik a Şehîd Cehfer û Rêveberê Koma Mûzîkê ya Bawacî Koye Dewen Mewlud jî balkişand ser dîroka hunerê ya Koye û got; “Koye di warê huner û Mûzîkê de xwedî dîrokek dêrîne. Hertim pêşengtiyê ji hunerê re dikir. Lê çend saleke ti çalakî û tevgerek hunerî li vî bajarî nayê dîtin.”

Dewen Mewlud destnîşankir ku gelek hunermendên mezin ên wek Tayer Tofîq û Sêwe ji Koye derketine û wiha domand; “Tişta ku niha li Koye bûye sedem huner ber bi paşkeftinê de here, rewşa abori ya xirab, nebûna pilan û bernameya wezareta rewşenbîriye ku nekariye wek pêwîst giringî bi hunera bajêr bide.”
Hunermend Piştîwan Kakil jî da zanîn di salên 1970’an de ji piraniya deverên Herêma Kurdistanê xelk ji bo fêrbûna hunerê di hatin Koye. Kakil got; “Koye di warê mûzîk, helbest û şanoyê de reseniyek wê hebû. Ji bo mînak, Dildar, Hacî Qadir, Keyfî Ciwanroyî û Emîn Axayê Exterî ji Koye derketine. Lê niha li vî bajarî huner miriye.”

Niha jî li navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, bi dehan kom û rêxistinên hunerî hene, lê çalakiyên van kom û rêxistinan gelek kêm tên dîtin.
(kş)