Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Hunermendên Kurd ji bo Yekîtiya Netewî bang kirin

June 11, 2021
0 0
Hunermendên Kurd ji bo Yekîtiya Netewî bang kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hunermend û rewşenbîrên li bajarê Koln ê Elmanyayê hatin ba hev, daxuyaniyek hevpar dan, hişyarî da PDK ya tevlî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk bûye. Li ser navê hunermendên Kurd di daxuyaniya hate dayîn de hate gotin ku Kurd di pêvajoyeke dîrokî kû rû bi rûyê xeteriyên mezin re ne derbas dibe, ev hate gotin: “Dewleta Tirk a dagiker li Başûrê Kurdistanê nêzî 3 mehan e li ber çavê dinê, sûcên dij mirovahiyê dike, li dijî gerîla û gelê Kurd qirkirinê pêk tîne. Dewleta Tirk a faşîst û qirker hinek derdorên Kurd bi taybet jî PDK’ê ji bo armancên xwe bikar bîne, dixwaze bikişîne şerê birakujiyê.”

‘DIVÊ HÊZÊN PDK’Ê VEKIŞIN’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev şer Yekîtiya Netewî dike hedev û wiha hate gotin: “PDK bi bikaranîna hêzên xwe yên taybet, hem rewakirina dagikeriya Tirk hem jî dixwaze têkoşîna gerîla asteng bike. Em Hunermendên Kurd dibêjin ku; bê ku roj derbas bibe divê PDK hêzên xwe ji qadên gerîla vekişîne, li dijî dagirkeriya Tirk  bibe xwedî hlwest, ji bo Yekîtiya Netewî gav bavêje.

Divê ne ti partî û ne jî hêz cih li gel dijminê dîrokî yê vî gelî cih negire. Di serî de bang li hemû rewşenbîr û hunermendan bi taybet ên Başûrê Kurdistanê dikin u li dijî PDK ya ku dikeve bin xizmeta dewleta Tirk bibin xwedî helwest. Bê ku bigihêje nuqteyek welê ku veger nebe, bê ku şerê Kurd bi Kurd destpê bike, divê bi dengê xurt bêjin NA. Ev erkekî dîrokî û exlaqî ye.”

Hunermendên tevlî daxuyaniyê bûn jî peyam dan.

Hozan Diyar: Destê Kurdan li ser dilê wan e, çavê wan li çiyayên Kurdistanê ne. Mixabin dîsa qala şerê Kurd bi Kurdan tê kirin. Divê dijminê xwe baş nas bikin ferqa Erdogan ji Seddam nîne. Ji bo Yahûdiyan Hîtler çi ye, ji bo Kurdan jî Erdogan ew e. Eger ku ev dijmin hê neyê nasîn, ev şermeke mezin e. Eger nas dike û dîsa dibe hevkar, ev şermeke hê mezintire.

Şivan Perwer: Divê siyaseta Kurd rê nede şerê birakujî. Çi dibe bila bibe divê em rê nedin vê. Qedera her çar parçeyan yek e. Kîjan parçeyên Kurdistanê bikeve xeteriyê parçeyên din jî dikeve xeteriyê. Ya Tirk dike, gelan li dijî hev rake ye. Pêşmerge jî gerîla jî zarokên gelê Kurd in. Bang li Mesût Barzanî dikim, pêwîstî bi ruhê yekîtiyê heye. Roj ne roja şer e. Kek Mesût te soz dabû, ez rê nadim ku xwîna gerîla û pêşmerge zarokên me bi destê hev bê rijandin.

Ganî Nar: Ti aliyê serketî yê vî şarî nîne. Ê winda bike wê gelê Kurd be. Em nikarin yên di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane bikin leheng. Cihê ku bira bira bikuje, lehengî nabe.

Besê Şahîn: Gelê Kurd zana ye, divê neyê lîstikên şer. Birêz Mesût Barzanî dem em hatibûn Başûr me hevdîtin kir we soz dabû, soza xwe bi cih bînin.

Nebes Abdullah: Dijminê me ne li Qendîlê ye, dijminê me dewleta Tirk e. Divê li Başûr, Êzîdxanê, Kerkûk û her çar parçeyên Kurdistanê Kurd yekîtiya xwe çêbike.

Kakşar Oremar: Ti hêz nikare pêşiya gel bigire. Li kû destkeftiyek hebe dijminê Kurdan Erdogan êrîşî wir dike. Gerîla û Pêşmerge zarokên vî gelî ne.

Perwer Arjîn: Çi demê dewleta Tirk kete zoriyê, hebûna xwe li der dijayetiya Kurdan didomîne. Taybet bang li hêzên Başûr dikim; Ez nebim tu jî nîne, tu nebe ez jî nînim. Ev tinekirina xwe ye. Bang li Birêz Barzanî dikim, li ser televîzyonan te soz dabû, hemû Kurd jî ji soza te kêfxweş bibûn. Rica dikim li gorî soza xwe tevger bike.

Kesên tevlî daxuyaniyê bûne:

Ozan Seyîdxan, Ganî Nar, Ozan Comerd , Cewad Mervanî, Hozan Şemdîn, Peywan Arjîn, Hekîm Sefkan, Denîz Deman, Tulay Şahmaran, Zozan Zudem, Binevş Roj, Ersîn Çelîk, Mustafa Şahîn, Beser Şahîn, Bulent Turan, Sosin, Kakşar Oremar, Serhat Med, Memo Gul, Alî Îkîzer, Nelbest Abdullah, Amele, Şîrîn, Pêrî, Alî Zulfîkar

Next Post
Leyla Xalid: Armanca me ji malbenda rewşebîran ew e ku ji bo pêşxistina dozê ye

Leyla Xalid: Armanca me ji malbenda rewşebîran ew e ku ji bo pêşxistina dozê ye

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist