Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Hunermendên Kurd û Ereb daxwaza jiyanek hevbeş dikin

January 11, 2021
0 0
Hunermendên Kurd û Ereb daxwaza jiyanek hevbeş dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Hunermendên Kurd û Ereb diyarkirin ku huner dikare ji bo aştiya civakê, rolek baş bilîze. Hunermendan bang li aliyên siyasî kirin da ku pirsgirêkan bi rêyên aştiyê çareser bikin.

Hunermendên Kurd û Ereb derbarê rola huner ya di jiyana hevbeş, aştiya navbera netew û aliyên siyasî de, ji Rojnews re axivîn.

Şêwekar Salih Nasir niştecihê bajarê Beqube ya ser bi navenda parêzgeha Diyalayê ye, Salih Nasir hunerê bi aştiyê bi navkir û got; “Huner nameyek aştiyê ya ji bo jiyana hevbeş a navbera netew û hemû sînoran deye. Huner xwe digihîne hemû çengên civakê, hunermend divê bi hunera xwe hertim hewla aştî û dawî anîna şer bidin. Ez bang li hemû aliyên siyasî dikim da ku pirsgirêkên xwe bi rêya guftugoyê çareser bikin.”

Nasir di dewamê de got; “Divê hemû pêkhateyên civakê ji bo lihevnêzîkbûnê, çav berdin ser hunerê û nakokiyên xwe bidin aliyekê. Li gorî min hunermend dikarin bi karê xwe ya xweşik, nakokiya navbera pêkhateyan de dawî bikin û aştiyek mayînde bînin.”

Derhêner Cîhad Deloyî jî hunerê weke dibistanek mezin bi nav kir û wiha axivî; “Huner ji bo mijara aştî û dûrketina li şer, dibistanek mezine. Di heman demê de huner amrazek ji bo komkirina aliyên bi nakok û çêbûna aştiyê ye.”

Cîhad Deloyî herî dawî bang li hunermendan kir da ku ji bo dawî anîna şer û nakokiyan kar bikin.

(nr)

#Rojnews

Next Post
Li Tirbespiyê şevbuhêrka helbestên gelêrî

Li Tirbespiyê şevbuhêrka helbestên gelêrî

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist