Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Hunermendên Kurdistanî li Rûsyayê rastî eleqeyek mezin hatin

August 1, 2022
0 0
Hunermendên Kurdistanî li Rûsyayê rastî eleqeyek mezin hatin
Share on FacebookShare on Twitter

Li paytexta Rûsyayê Moskowayê Galeriya Hunerê ya Tretyakovkaya Nû di 31ê Tîrmehê de pêşangeha wêneyan a wênesazên Kurd vekir. Pêşangeh-Forûma Hunera Hemdem a Navneteweyî ya ‘Kêrhatiya Rûsyayê’ ku li baskê rojava yê galeriyê hat vekirin, bi piştgiriya Şaredariya Moskowayê, Yekîtiya Wênesazên Rûsyayê, Yekîtiya Wênesazên Ewro-Asya û Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê ya Rûsyayê hat organîzekirin.

 

Bernameyên hunermendên hunera dîtbarî yên Rojava jî tevlî bernameya pêşangehê bûn. Di vekirina pêşangehê de herî zêde tabloyên bi boyaxa rûnê ku bûyerên şerê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedibêjin hatibûn xêzkirin, bal kişandin. Di van tabloyan de jiyana welatiyên ku di bin şert û mercên şer û dorpêçê de dijîn vedibêjin. Ev herêm zêdetirî 10 sal in ku li dijî komên tundrew şer dike û navenda şerê li dijî terorê ye.

Beriya niha berhemên hosteyên wênesaz ên Kurdistanî li Rûsyayê hatibûn pêşandan. Li Mala Netewan a Moskowayê, Mala Gelên Rûsyayê û gelek saziyên çandî yên Rûsyayê pêşangehên ‘Wênesazî di Agir de’ ku berxwedana leheng a gelê Rojava vedibêje, hatin vekirin. Ev pêşangeh ji aliyê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin organîzekirin. Di sala 2022’an de di çarçoveya vê bernameyê de berhemên wênesazên Kurd tevlî ‘Hefteya Hunerî ya Sankt-Petergûrgê’ ku di 10’ê Tîrmehê de hatibû vekirin, bûn. Li ser serlêdanên Jinên Kurd ên Rûsyayê û Nûnertiya Rûsyayê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di vê hefteya hunerî de ku ji aliyê Nûnertiya Rûsyayê ya Fona Hunerî ya Cîhanê û Yekîtiya Wênesazên Sankt-Peterbûrgê ve hat organîzekirin, berhemên wênesazên Kurd Jala Bekir Xidir, Rodî Tahlo û Alan Roj hatin pêşandan. Berhemên hunermendên Kurd di vê hefteya hunerî de serketin bi dest xistin. Di beşa nirxandina taybet a jûriyê de fîlma ‘Zarokên Şengalê’ ya Alan Roj bû 2’yemîn, di beşa ‘Portre û Hest’ de fîlma Rodî Tahlo ya bi navê ‘Keça ji Kobanê’ bû 3’yemîn. Di beşa ‘Huner Senteza Cûreyan’ de berhema Jala Bakir Xidir a ku ji Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ye ya bi navê ‘Koçberî. Xebata ‘Sirgûnbûyîna ji welatê xwe’ bû 3’yemîn.

Next Post
Li Şêxmeqsûdê Belgefîlma Şehîd Nûjiyan Erhan hat nîşan dan

Li Şêxmeqsûdê Belgefîlma Şehîd Nûjiyan Erhan hat nîşan dan

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist