Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Hunermendên Rojavayî: Em ê li gel gerîla bi ser bikevin

May 8, 2022
0 0
Hunermendên Rojavayî: Em ê li gel gerîla bi ser bikevin
Share on FacebookShare on Twitter

Hunermendên Rojavayî Sîpan Xelat, Nesrîn Botan, Danîş Botan, Sumeyye Serêkaniyê û Ebdûrrahman Ereb Beravî, li ser êrişên tunekirinê yên dewleta Tirk û PDK’ê ku li dijî gelê Kurd têne kirin, ji ANF’ê re axivîn.

GELÊ ME WÊ XWEDÎ LI BERXWEDANA DÎROKÎ DERKEVE

 

Sîpan Xelat: Em berxwedana bêhempa ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK’ê silav dikin. Gelê me jî wê xwedî li vê berxwedana dîrokî derkeve. Dewleta Tirk li tevahiya Kurdistanê li dijî destketî, azadî, çand û nasnameya gelê Kurd şerê qirkirinê dike. Armanc ji van êrişan tunekirina Kurdan e, bêîrade hiştine. Bi taybetî ev êrişên dawî pir taybet in. Hevkarê sereke yê van êrişan PDK ye. Em hunermend helwest û êrişên PDK’ê yên xayîn ên li dijî gelê Kurd û çanda Kurd qebûl nakin. Divê gelê me jî rastiya van xiyanetkaran zanibe û xwedî helwest be.

EM Ê LI GEL GERÎLA BI SER BIKEVIN

 

Nesrîn Botan: Gerîlayên qehreman û cangoriyên azadiyê yên ku bi salane li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe dane, silav dikim. Divê her Kurdek li dijî kesên ku alîkariya dewleta Tirk dikin û li hemberî vê berxwedanê cih digirin, derkeve. Îro bi têkoşîneke dîrokî şerê hebûn û tinebûnê heye. Divê Kurd vê rewşê baş bibînin. Ne partiyên siyasî, tevahî gelê Kurdistanê bila zanibin ku serketin a gelê Kurd e. Weke her carê em ê bi ser bikevin. Yên ku wê winda bikin û weke şermekê bikevin dîrokê ew in ku hevparên vê dagirkeriyê ne. Divê her Kurd û hunermend destê xwe bidin hev û li gel gerîla bin. Bi hev re em ê bi ser bikevin.

GERÎLA SEDEMA HEBÛNA ME YE

 

Daniş Botan: Li tevahiya Kurdistanê li dijî vîn, çand, nasname û hebûna me êrişên îmhayê hene. Eger îro em azad in, bi saya fedekariya gerîlayê ku li çiya li ber xwe didin. Gerîla sedema hebûna me ye. Ew parêzvanê bindestan e. Yên ku hevkarên êrişên dewleta Tirk in, dawî li xwe tînin. Divê ew bi vê rastiyê zanibin. Yên ku bi xwe êrişî gerîla bikin, wê helak bibin. Divê civaka me rabe ser piyan û erkên xwe pêk bîne. Divê hunermend berhemên xwe pêşkêşî berxwedan û civakê bikin. Em ê bi berhemên xwe li kêleka gerîla bin. Ger hewce bike, em ê çekê rakin û li kêleka wan bisekinin. Ti kes nikare vîna gerîla û vî gelî bişkîne.

EM PDK’Ê ŞERMEZAR DIKIN

 

Sumeyye Serêkaniyê: Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ne tenê li dijî Kurdan, li dijî hemû gelan e. Çiqas êriş bikin jî nikarin hêz û vîna me bişkînin. Eger gerîla nebûya em ê nebûna. Hêza me gerîla ye. Gerîla ne tenê Kurdan diparêzin, ew gelan hemûyan diparêzin. Em îro PDK û malbata Barzanî yên ku hevkarê êrişên li dijî hêza me ya pîroz a gerîla ne, şermezar dikin. Hunermendên çar parçeyên Kurdistanê divê bi huner û xebatên xwe vê yekê nîşan bidin. Eger em vê bikin ne Erdogan û ne jî malbata Barzanî nikarin rê li ber me bigirin. Em ê heta dawiyê li gel gerîla bin.

BANGA LI HUNERMENDAN: HÛN JÎ HELWESTA XWE DIYAR BIKIN

 

Ebdurrahman Ereb Beravî: Dewleta Tirk îro êrişî Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîla û gel dike. Dewleta Tirk ne tenê êrişî PKK’ê û gerîla dike, hemû pêkhateyên gel dike hedef. Ez îro bang li hunermendên Kurdistanê û hemû cîhanê dikim; Li hemberî van êrişan helwesta xwe diyar bikin. Îro li seranserê Kurdistanê êrişên hovane pêk tên. Weke hunermend em van hemû êrişan qebûl nakin, li dijî wan disekinin. Hunermendên Kurdistanê divê vî şerî qebûl nekin û bi kar û hunera xwe vê yekê nîşan bidin.

         

        

Next Post
Li Hîlala Zêrîn kursên wênesaziyê

Li Hîlala Zêrîn kursên wênesaziyê

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist