Li komeleyê bi navê Cegerxwîn û Ehmedê Xanî du pol hene. Niha 40 xwendekar hînî Kurmanciyê dibin. Kesên ku ji kursa 3 mehan destûrdar bibin, wê karibin biçin asteke bilindtir. Xwendekarên ku kursên ji 3 astan û her yek ji wan bi qasî 3 mehan didome, biqedînin, wê dest bi perwerdeya mamostetiyê ya 9 mehan bikin. Heke xwendekar ji vir jî destûrdar bibin, wê karibin li komeleyê dersan bidin.
Elîf Kivircik, têkildarî xebatên komeleyê de got, ew di demên pêş de plan dikin ku hem Ingilîzî hem jî Kirmanckî û Soranî hîn bikin. Kivircik, da zanîn ku ew ê rêzimana Ingilîzî bi Kurdî hîn bikin: “Zimanê perwerdeyê bi Ingilîzî be û bersiv jî bi Kurdî bin. Kesên ku bi Kurdî dizanin, dikarin li kursê hînî Ingilîzî bibin. Mamosteyên me hem di warê Ingilîzî de hem jî di warê Kurdî de şareza ne. Heta niha 15 kesan xwe qeyd kiriye. Di encama miracaetan de ders wê dest pê bikin.”
Dikandar jî ji bo Kurdî hesas in
Di dewamê de Kivircik, destnîşan kir ku ji 15 saliyan heta 60 saliyan ew dersê didin welatiyan: “Hêviya me ji gelê Êlihê ew e ku piştgirî bidin bipêşxistina Kurdî. Zextên li ser Kurdî li holê ne. Li dijî van zextan em jî her warê jiyanê bikin Kurdî. Em hînî Kurdî bibin û hîn bikin. Li her warê jiyanê em bi Kurdî biaxivin.”