Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî

March 31, 2022
0 0
Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA NÛÇEYAN – Yekemîn albûma solo ya hunermend Alî Dogan Gonultaş “Gêxî” derket. 
 
Hunermend Alî Dogan Gonultaş bi yekemîn albûma xwe ya solo ya “Gêxî” derket pêşberî stranhezan. Gonultaş di albûmê de hewl dide bi çavekî ji derve li xwe û çîroka xwe binêre û peywendiya çîrokên berê ya bi çîroka xwe re bi çavekî cuda bibîne. Gonultaş ku di albûma xwe de hewl dide çîrok û gotina xwe bi zimanekî xwerû vebêje; dibêje ji bo dîtinê, hewcehî bi vekolîn, meş û guhdarîkirinê heye. 
 
Gonultaş, gotina “Ez li xwe digerim” a Heraklîtos bi bîr dixe û dibêje; “Ez hêjta li xwe digerim.” Û li ser bingeha cih û demê ku tevahiya vê raz û wateyê li xwe dihewîne; gotin û dengên li ser demê berhev dike. 
 
Sê berhemên ewil ên albûmê weke single hatin weşandin û tevahiya albûmê jî dê di meha gulanê de were weşandin. 
 
ALÎ DOGAN GONULTAŞ KÎ YE? 
 
Gonultaş, di sala 1985’an de ji dayik bû. Di Koma Ze Tijê’yê de dest bi karê muzîka profesyonel kir ku yek ji damezirînerê wê bû. Komê, berhemên xwe gelemperî bi cureyên Postrock, kolaj û cerebeyan çêdikirin. Albûmên studyoyê yên “Yanlışımız var!” (2015) û “Ur” (2019) derxistin. Gonultaş, di van albûman de weke bestekar, aranjor û lêder cih girt. Ji sala 2018’an heta niha jî hilberîna xwe ya muzîkê bi xebata konsera solo ya “Xo Bi Xo” didomîne. Gonultaş, li gel zaravayên kurdî yên kirmanckî û kurmancî, her wiha berhemên bi tirkî jî distrê. 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Piştgirî û yekîtiya peykerên Lorenzo Quinn

Piştgirî û yekîtiya peykerên Lorenzo Quinn

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist