Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Ji Amedê bang: Pirsgirêka ziman, bi çend gavên xapînok çareser nabe

February 20, 2022
0 0
Ji Amedê bang: Pirsgirêka ziman, bi çend gavên xapînok çareser nabe
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê di çarçoveya ‘Heftêya Zimanê Kurdî’ de daxuyaniyek da û diyar kir ku her gel divê bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibîne. Platformê bang li hikûmetê jî kir û got ku pirsgirêka ziman, bi çend gavên xapînok çareser nabe
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi munasebeta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û di çarçoveya çalakiyên “Hefteya Zimanê Kurdî” de, li Qada Şêx Seîd a Yenîşehîr a Amedê bi piştgiriya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Tora Ziman û Çanda Kurdî, Komeleya Wejêkarên Kurd, Pena Kurd û Enîstîtûya Kurdî ya Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hevserokên MED-DER’ê Rifat Ronî û Şîlan Elmas, endamên Platforma Zimanê Kurdî, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remzîyê Tosun û Îmam Taşçier, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û endamên rêxistinên civaka sivîl amade bûn. Di çalakiyê de pankarta bi kurmancî ya “21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî pîroz be” û pankarta bi dimilî ya “Perwedeyo Bi Ziwane Maye Heqe Heme Şaran o” hatin vekirin. Her wiha beşdaran dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe”, “Gelê Kurd şiyar be, zimanê xwe nekûje” û “Zimanê me rûmeta me ye” berz kirin. 
 
Daxuyanî hem bi kurmancî û hem jî bi dimilî hatin xwendin. Daxuyaniya kurmancî ji hêla Fesîh Zîrek û ya bi dimilî jî ji hêla Semra Bîrtane Ozdemîr ve hat xwendin.
 
JI SEDÎ 40’Î ZIMANAN TUNE BÛN
 
Zîrek da zanîn ku li gorî daneyên UNESCO’yê, 5 hezar jê yên herêmkî zêdetirî 7 hezar ziman tên axaftin û wiha domand: “Ji sedî 40’î van zimanan ber bi tunebûnê ve ne. Li gorî UNESCO’yê, heke di nava sed salan de heke zarokên bi zimanekî diaxivin kêm bin, ew ziman li ber tunebûnê ye. Heke zarokên bi wî zimanî diaxivin nebin jî, ew ziman tune tê hesibandin. Dibe ku kesek li derveyî zimanê zikmakî, bi çendek zimanên din jî biaxive. Lê tu carî wekî zimanê zikmakî nabin. Lewma jî di Hevpeymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî de, perwerdehiya bi zimanê zikmakî wekî mafekî bingehîn tê pejirandin û astengkirina vî mafî jî weke yek ji binpêkirinên mafê mirovan ên herî mezin  tê dîtin.”
 
EW NE QEDERE DIVE EW BIGUHERE
 
Di berdewamê de jî Zîrek got ku 21’ê Sibatê bi taybet jî bo gelên ji zimanê xwe hatine qutkirin girîng e û wiha domand: “Qedexekirina zimanê zikmakî herî zêde bandorê li zarokan dike. Ji hêla zimanzaniyê heta perwerdeya zanistî û pedegojîk ve, zimanê zikmakî ji bo zarokan diyarker e. Nexwe, bandoreke neyînî li zarokan dike. Bêguman sedema vê rewşê jî ew e ku perwerde bi zimanê zikmakî nayê dayîn. Ev ne qedere û divê bê guherîn. Xakên Mezopotamya û Anatoliyayê dergûşa gelek şaristanî, ziman û çandan in. Lê ji ber polîtîkayên bi salane li dijî ziman tên meşandin, ev xak êdî dibe çolistanek. Ne rast e ku daxwaza milyonan kesan bi hinceta ‘dê welat parçe bibe’ bê astengkirin.” 
 
DEST JI POLÎTÎKAYÊN QEDEXEKIRINÊ BERDIN 
 
Herî dawî jî Zîrek ev tişt anî ziman: “Banga me ji desthilatdaran re ew e ku dest ji van plîtîkayên qedexekirinê û pişaftinê berdin. Daxwaza me ew e ku perwerdeya bi zimanê zikmakî bê dayîn û hînî zimanê xwe bibe. Bi çend gavên xapînok ên ji bo hînkirina ziman re ev pirsgirêk çareser nabe. Banga me ji bo gelê kurd jî ew e ku her kurd û her saziyeke kurdan xwedî li ziman derkevin. Helbet baş pê dizanin ku ev ziman tenê bi ferasetên kes û saziyan xelas nabe lê xwedîderketina li ziman me ber bi rojên xelasiyê ve dibe. Xelasî, di axaftin û bikaranîna ziman de ye.” 
 
‘ZIMAN, ŞERTÊ NETEWEBÛNÊ YE’
 
Piştî daxuyaniyê jî Hevserokê MED- DER’ê Rifat Ronî axivî. Ronî, dîroka 21’ê Sibatê bi bîr xist û xwendekarên ku ji aliyê Pakistanê ve ji bo mafên perwerdehiya zimanê bangladêşî hatinê qetilkirin bi bîr anî. Ronî, bal kişand ser perwerdehiya zimanê zikmakî û axaftina xwe wiha xelas kir: “Ji bo netewbûnê şertê yekemîn, bi kar anîna ziman û perwerdeya bi zimanê zikmakî ye.” 
 
Piştî daxuyanî û axaftinan jî girseyê xelekên govendê gerandin. 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
KNK’ê Roja Zimanê Dayikê li tevahiya dayikên Kurd û Kurdistanî pîroz kir

KNK'ê Roja Zimanê Dayikê li tevahiya dayikên Kurd û Kurdistanî pîroz kir

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist