Li navçeya Kifrî ya Germiyan ji bo 51 hunermendên Kurd û Ereb ku piraniya wan jinin 6’emîn pêşangeha şêwekarî hate vekirin.
Li navçeya Kifrî ya Germiyan ji bo 51 hunermendên Kurd û Ereb ku piraniya wan jinin 6’emîn pêşangeha şêwekarî hate vekirin. Gelek welatî, hunermend, berpirsên hikûmî û hizbî amade bûn. Pêşangeh ji aliyê Koma Rengîn a ji bo Pêşxistin û Rewşenbîrî ve hate organîzekirin.
Di pêşangehê de 61 tabloyên şêwekarên Kurd û Ereb tên pêşandan.
Piraniya tabloyên wan li ser êşên jinan, civak û xweşikbûna xwezayê ne.
Wê pêşangeh hata saetên êvarî vekirî be.
(ab)