Koma şehîd Vejîn ku ji jinên ciwan ên hunermend pêktên, strana hozan Serhed ya bi navê ‘Mizgîna Leheng’ kirin klîb û pêşkêşî şehîd Mizgîn kirin.
Îro 29 sal bi ser şehadeta hunermend şehîd Mizgîn re derbaz dibe. Di salvegera şehadeta şehîd Mizgîn de, Koma şehîd Vejîn ya ji jinên ciwan ên Germiyan pêktê, klîbek çêkirin. Komê strana şehîd hozan Serhed ya bi navê ‘Mizgîna Leheng’ kirin klîp û bi dirûşmeya ‘Bi deng û rengê hunera te şopdarê rêbaza tene’ pêşkêşî şehîd Mizgîn kirin.
Gurbet Aydin bi nasnav Şehîd Hozan Mizgîn di sala 1962’an li Êlihê ji dayîk dibe. Şehîd Mizgîn di sala 1980’an bi helbestên xwe yên şoreşgerî û Kurdî tê nas kirin.
Hozan Mizgîn di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê de, erk digire û tekoşînê dike. Hozan Mizgîn di sala 1991’an de derbasî herêma Garzanê dibe, 11’ê Gulana sala 1992’an li Tetwanê di encama serde girtina malekê de bi lehengî şer kir û şehîd bû.
(nr)