Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan

May 1, 2022
0 0
Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
Share on FacebookShare on Twitter

ENQERE – Elîf Gamze Bozo ku ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeheke wêneyan li dar xist, diyar kir ku heywan perçeyeke girîng ê ekosîstemê ne û got: “Armanca têmayên di wêneyên min de, nîşandana ahenga xwezayê ye.” 
 
Elîf Gamze Bozo, ji bo mesrefê mama û mesrefên klînîkê yên heywanên li kuçeyan bi navê “Bir Tablo Bir Hayat” (Kevalek Jiyanek) pêşangehek wêneyan li Odeya Pîşesaziyê ya Enqereyê li dar xist. Bozo çendî astengdar e jî ji bo heywanan pêşangehek wisa li dar xistiye.
 
Bozo, diyar kir ku dixwaze vê pêşangeha xwe li bajarine din jî li dar bixe. 
 
‘MIN HEYWAN JÎ DAXILÎ NAVA TÊKOŞÎNA XWE KIRIN’
 
Bozo, anî ziman ku xwestiye heywanan jî daxilî nava têkoşîna xwe ya ji bo mafan bike û got: “Zarok, heywan, astengdar û jin tim tên eciqandin. Helbet min nijad daxilî nava vê nekirine. Nijad û mezheb jî di nav de ne. A rast em hemû li heman paremînê, di bin heman asîmanîd e dijîn. Em mirovên heman gerestêrkê ne.” Bozo, bilêv kir ku ji xeynî du pisîkên ku li malê wan xwedî dike heywanên li kuçeyan jî xwedî dike û got: “Li Tirkiyeyê heywanên kuçeyan gelek caran bi tahdeyê re rû bi rû dimînin. Birçî dimînin. Min jî xwest derfeteke mezin bidim ber qadên wan ên jiyanê.” 
 
Bozo, destnîşan kir ku armanca têmayên wêneyên wê ew e ku ahnega xwezayê bide der û wiha axivî: “Bêyî zarokan dê cîhan ne bedew be û dê kes nikaribe bijî. Ne ji heywanan be dê ekosîstem birûxe. Em hemû girêdayî hev in. Tunekirina pelekî bi xwe jî, windahiyek mezin e di ekosîstemê de. Em xelekekê çêdikin di gerdûnê de. Ez jî wekî perçeyek vê xelekê, hewl didim qismekî jê bi xelasê bixim. Par havînê gelek daristan şewitîn. Wê çaxê xew bi çavê min neket. Min tim hewl dida alîkariyê bikim. Helbet pêdivî bi çareseriyeke mayinde heye.” 
 
‘EM QADÊN JIYANÊ TUNE DIKIN’
 
Bozo, destnîşan kir ku divê rêvebiriyên herêmî gavina bavêjin û divê hemû heywan esas bên girtin. Bozo, da zanîn ku dixwaze vê pêşangehê li hin bajarên din jî li dar bixe û got, ger daxwaz bê kirin û bê vexwandin dê li dar bixe. Bozo, anî ziman ku alîkariya ji bo heywanan divê tim hebe û got: “Qadên jiyanê yên heywanan tune ne. Em her roj avahiyan datînin ber wan, qadên wan ên jiyanê teng dikin, em daran jê dikin. Îja dê heywan biçin ku, dê li ku bijîn? Rêvebiriyên herêmî divê li her taxê straghean çêbikin, teqez divê baytarên seyar hebin.” 
 
Bozo, anî ziman ku siyasetmedar û karsaz jî divê zimanê xw ebiguherînin û got: “Heywan ne ‘mal’ in, perçeyek gerdûnê ne. Em mecbûr in bi wan re bijîn.” 
 
Bozo, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê Qanûna Parastina Heywanan a Jimare 5199’an cardin di ber çavan re bê derbaskirin. 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Li Qamişloyê yekem pêşangeha pirtûkên Kurdî

Li Qamişloyê yekem pêşangeha pirtûkên Kurdî

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist