Navenda Çanda Biharê (BKM) ev zêdetirî 20 salan e ku li Êlihê di warê çand û huner de dixebite, û kar û xebatên xwe bênaver didomîne. Li navenda çandê ji xeynî dersên tembûr, gîtar, keman, erbane, şano, înstrumanên derb û bayê, ji bo zarokan jî kurs hene. Jin, zarok û ciwanên Êlihê jî elaqeya xwe nîşan didin.
Rêvebera navendê û mamosteya erbaneyê Sevda Adirbellî dibêje, komeleya wan sala 2000’î bi navê Komeleya Şehît Mizgîn hatibû avakirin û piştre navê wê hatiye guhertin û bûye Navenda Çanda Biharê: “Kar û xebatên me yên komeleyê ji sala 2000’î û vir ve dewam dike. Ez jî sala 2017’an hatim vê derê û min xwe fêrî lêdana erbaneyê kir û piştî demekê hîn bûm. Niha komek me ya jinan heye. Li komeleya me ji xeynî erbaneyê, dersên lêxistina amûrên wek gîtar, keman, piyano û sinifa me ya dengbêjan heye. Bi van amûran em perwerdehe dikin û xebatên me didomin. Her wiha ji bo şanoyê jî em ê sinifeke nû ava bikin. Heta îro, gelek xwendekar ji kursên Navenda Çanda Biharê mezûn bûn. Niha jî hejmara şagirtên me gelek e. Koma me ya Sorjiyan heye, ev jî komeke zarokan e. Xebatên me yên vê komê jî hene. Perwerdehiyên me yên amûran dewam dikin. Niha nêzî 100 xwendekarên me hene.”
Erbana qêrîna jinê ye
Her wiha koma me ya dengbêjan jî heye û bernameyên taybet amade dikin û derdikevin ser dikê. Her wiha ji bo zarokan jî bernameyên me yên taybet hene
Mamosteya erbanê, Sevda Adirbellî, dide zanîn ku sala 2016’an piştî ku saziyên çandê hatin girtin, cihê ku perwerde bikin nemabû û wiha axivî: “Li Êlihê tenê ev komele ma. Elaqeya ciwanan, mirovî gelekî kêyfxweş dike. Bi taybetî malbat zarokên xwe yên piçûk tînin li vê derê ji bo hînî lêxistina amûran bibin. Malbat ne tenê ji bo amûran, ji bo hinbûna çandê jî zarokên xwe tînin. Di demên pêş de em ê koma zarokan jî ava bikin. Em bi xebatên xwe hewl didin ku bi stran û amûran çanda xwe zîndî bihêlin. Her wiha koma me ewilî tenê li erbanê dixist lê niha me kesên li tembûr, gîtar û keman dixin jî tevlî koma xwe kirin.”
Kolektîfa Rîtmên Azad