Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Ji bo pîrozbahiyên Roja Cejna Zimanê Kurdî bang: Beşdarî çalakiyan bibin

May 7, 2022
0 0
Ji bo pîrozbahiyên Roja Cejna Zimanê Kurdî bang: Beşdarî çalakiyan bibin
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Bi pêşengiya Tora Çand û Zimanê Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî di navbera 8-16 gulanê de dê gelek partiyên siyasî, saziyên çand, ziman û pêkhateyên Torê, Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cihêreng pîroz bikin. 

Kovara Hawarê di 15’ê gulana 1932’yan de li Şam a Sûriyeyê dest bi weşana xwe kir û heya 15’ê tebaxa 1943’yan 57 hejmar derxistin. Kovar, yekem kovara kurdî ya bi alfabeya latînî hatibû amadekirin bû. Kovarê gelemperî weşana xwe ser mijarên wêje û polîtîkayê amade dikir û lêkolîn, dîrok, çand jî bi awayek berfireh di kovarê de cih digirt. Ji ber vê helwest û rola xwe, rêxistinên kurdan di sala 2006 de roja 15’ê gulanê weke roja Cejna Zimanê Kurdî diyar kirin û ji wê rojê heya îro her sal bi bernameyên cur bi cur cejn tê pîrozkirin. Bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî perwerdekarê MED-DER’ê Nesîp Gultekîn der barê plansaziyên îsal de hinek agahî dan û gel vexwend pîrozbahî û çalakiyan.
 
‘JI BO ZIMANÊ FERMÎ Û PERWERDEYÊ’
 
Perwedekar Nesîp Gultekîn bal kişand ser rastiya netew-dewletê û destnîşan kir ku ev rastiya wê hemû ziman û çandên din red dike û wiha axivî: “Dema ku zimanê welatiyekî bê redkirin, di wî welatiyî de hestên hemwelatîtiyê xurt nabin. Berevajî vê, nerazîbûn û acizbûnek ava dibe. Lê ziman û çanda wî bê naskirin li wir hemwelatî hêsantir ava dibe.”
 
‘MAMOSTETÎ REWŞENBÎRÎ YE’
 
Gultekîn bertek nîşanî parvekirinên çend mamosteyên dibistanê yên li pêşiya têketina navçeya Qereyazi ya Erziromê da û da zanîn ku mamoste hem pêşengtiya gel dikin û hem jî rewşebîriyê temsîl dikin. Gultekîn bi bîr xist ku ev parvekirin dilê gelek kurdan êşandiye û wiha domand: “Divê ew kes ji xwe şerim bikin û tiştên bi vî rengî nekin. Ev tişt di kurdan de hesta hemwelatîtiyê qels dike û rê li ber nerazîbûn û acizbûnê vedike. Heke rêzê ji bo kurdan bigirin, wê demê kurd dê bi hêsanîtir xwe wek hemwelatî bibînin û ji vê yekê dê kêfxweş jî bibin.”
 
BANGA ÇALAKIYAN
 
Bi domdarî Gultekîn anî ziman ku ew wek Tor û Platforma Ziman dê hemû plansazî û çalakiyên xwe di 8’ê gulanê de bi deklarasyonekê bi raya giştî re parve bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji atolyeyên ziman heta dengbêjî, zargotin, şano, konser û çalakiyên zarokan, me gelek bernameyên cuda amade kirine. Em ji bo ku di nava gel de hestiyariyek çêbibe van çalakiyan dikin. Daxwaza me ew e ku gel beşdarî van çalakiyan bibe.”

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Hejmara 4’emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran

Hejmara 4'emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist