Pisîk ji mêj ve bi insanan re heval in û ew hatine kedîkirin. Heta hin kes dibêjin, pisîkan mirov kedî kirine. Ji berê de têkiliya wan û insanan bi hev re heye û ev çend hezar sal in bi hev re dijîn. Lê wekî din di huner de jî pisîk bûne îlhama hunermendan û hunermendên di bin tesîra wan de mane, ew xêz kirine. Tenê ne li Ewrupayê her wiha li hin welatên din jî pisîk bûne mijara hunerê şêwekaran. Em di tabloyên gelek hunermendan de pisîkan dibînin, her wiha gelek hunermend jî rasterast pisîk kirine mijara hunerê xwe û ew xêz kirine. Em behsa pisîkên li Misra kevin û teswîr kirina wan bikin, em zêde dûr biçin. Ji ber wê em ê meseleya xwe bi hunermendekî Japon sînordar bikin.
Utagawa Kuniyoshi di serdema “Edo” de, li bajarê ku niha weke Tokyo tê zanîn, dijî. Di temenekî ciwan de hunerê xwe bi pêş dixe û zû tê naskirin. Nexasim jî weke hunermendê “ukiyo-e” tê naskirin. Ew li ber destê hosteyê navdar Utagawa Toyokuni fêrî hunerê “ukiyo-e” dibe. Piştî demekê, ji cem hoste vediqete û bi serê xwe vî karî dike. Her wiha navê “Kuniyoshi” jî wî zemanî li xwe dike û ew bi vî navî bêhtir tê zanîn. Kuniyoshi, li çîrokên ku di nav xelkê de dihatin gotin, guhdarî dikir, çîrokên gel yên anonîm ketin bexçika wî. Her wiha bala wî li ser mîtolojiyê bû. Wî di hunerê xwe de ji çîrok û mîtolojiyê sûd wergirt û li ser texteyan teswîr kir. Piştî demekê, ew di vî warî de bû hosteyekî çê û xelkê bêhtir qedrê wî girt.