Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku mozaîka gelan e, ev taybetmendiya wê bi stranekê hate vegotin.
Bi pêşengiya Hunergeha Welat, 6 komên hunerî yên ji 125 stranbêjan pêk hatî, klîbek hevpar amade kirin.
Ji bo strana bi navê ‘Awazên Windayî’ klîbek ji çar aliyên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate amadekirin.
Bi zimanên Kurdî, Erebî, Ermenî, Suryanî, Tirkmenî û Çerkezî çanda pêkhateyên herêmê hate vegotin.
Bêkes Darî û Delîl Mîrsaz derhênerî ji klîbê re kirin.