Li Kobanê muzîk hinekî lawaz e
Perwînê bang li zarok û ciwanan kir da ku berê xwe bidin dibistana Sara ji bo hînî muzîk û amûran bibin: “Niha pirsgirêka me ya amûran heye me bi teoriyê dest bi perwerdeyê kir. Her kesê ku ji muzîkê hez dike yan jî dixwaze fêr bibe, deriyê dibistanê li wan vekiriye. Li Kobanê gelek ciwan dixwazin xwe fêrî muzîkê bikin lê derfet tine ye, va ye me derfet li pêşiya ciwanan vekir ku xeyalên xwe pêk bînin.”
Dibistan 3 salan didome û dersên gelek beşên muzîkê hene. Alfabeya muzîkê, teoriya muzîkê, solfej, bona, rîtim, dîkte, meqam, harmonî, bîra muzîka Kurdî ji dersên dibistanê ne. Amûr jî sentûr, keman, kemançe, def (erbane) û piyano ne. Ciwanên ku bên pejirandin jî divê 14 ta 17 salî bin. Cihê miracaetê navenda Hîlala Zêrîn e. Li dibistanê sê mamosteyên şareza hene.