Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne

December 11, 2020
0 0
Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Cabbar Alp piştî salên dûr û dirêj ên li bajaran, biryar da ku vegere gundê xwe. Alp, piştî salan vegeriya gundê xwe yê girêdayî navçeya Farqînê. Alp anî ziman ku divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne. 

Piştî şewba Covîd-19’ê gelek kes ji bajarên mezin û qelebalix berê xwe dan gundên xwe. Yek ji van kesan jî Cabbar Alp ê 33 salî ye. Alp, piştî salan ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe Fêra yê navçeya Farqînê. Alp, 4 meh berê hatiye gundê xwe û niha hewl dide li nav erdê xwe fisteqan biçîne. 
 
DU FÎLMÊN KURT 
 
Alp, heya niha gelek tiştên hunerî jî kirine. Di gelek şanoyan de lîstiye û du fîlmên kurt jî çêkirine. Fîlmê wî yê ewil “Anons” e. Anons, behsa qedexeyên derketina kolanan ên li Sûrê dike. Alp, bi vî fîlmê xwe gelek xelat stendine. Fîlmê wî yê duyem jî “Cî Nema” ye. Di vî fîlmê xwe de jî behsa zarokekî ku piştî qedexeya derketina kolanan û şerê li Cizîrê berê xwe dide Stenbolê dike. 
 
Alp, bilêv kir ku piştî bazirganî pêş ketiye bajar jî çêbûne û niha bi çanda bajarîbûnê çand jî tê texrîbkirin. Alp ku got “Jiyana bajêr, nahêle mirov li ser mirovbûna xwe bifikire” anî ziman ku ev jiyan mirovan diqedîne. Alp, destnîşan kir ku ya diqede tenê ne çavkaniyên maddî ne, pê re ruh û manewiyata civakiyî jî diqede. Alp, diyar kir ku piştî demekê manewiyat di nava qelebalixiya bajêr de nayê dîtin û got: “Ev rastî her diçe zêde dibe. Feraseta, heger tu bisekinî tu yê bikevî, heye. Madem werê, gelo ev lez û bez ber bi ku ve diçe?”
 
JIDÎLΠ
 
Alp, destnîşan kir ku ya ku ev yek ava kiriye kapîtalîzm e û got: “Rastiya, li paş konfor û şatafatê veşarî. Navê modêrnbûyînê li vê qedandinê û tunebûnê dikin. Gava hal mesele wiha be, vê carê mirov dipirse bê çi dikin. Gava li bersivên pirsên bi vî rengiya geriyam, dîtina min dît ez li vê derê me. Tu çi dikî bikî, divê jidilbûyîn hebe. Min ev jidilî û samiyet li vê derê dît.” 
 
XEBATÊN HUNERΠ
 
Alp, bilêv kir ku hem projeyên wî yên hunerî hem jî yên di warê çandiniyê de hene û got: “Wisa bawer dikim, divê em berhemên xwe yên civakî, çandî û hunerî li vê erdnîgariyê pêk bînin. Gelek hevalên wekî min hene ku berê hatine van deran karê xwe kirine. Ev cihê kêfxweşiyê ye. Beriya her tiştî gelê herêmê pir xwezayî ye, nexasim jî ên gundan. Her yek jê bîra çîrokan e. Her kevirek xwedî zêmarekê ye. Divê bên guhdarîkirin. Her bihosteke vê axê, şahidê hin tişta ye.” 
 
Alp, destnîşan kir ku armanca wî ne ew e ku vegere gund li kêfa xwe binêre. Alp, bilêv kir ku ji bo projeyên xwe deyndarê civakê ye, lewma xwestiye projeyên xwe li nav civaka xwe pêk bîne. Alp, anî ziman ku xeyal divê neyên taloqkirin û got: “Mirovên li hemû qadên jiyanê tevdigerin, divê pêwendiya wan bi civaka xwezayî re hebe. Çendî ku di bin banê pergala kapîtalîst de be jî, lê belê hin taybetmendiyên wê yên zindî hene. Kesên keys û derfeta wan a ji bo vegera jiyana xwezayî hebe, divê vê firsendê ji dest bernedin û jê bêpar nemînin. Nexasim jî mirovên bi hunerê re eleqedar, dê berhemine watedartir biafirînin.” 
 
MA / Tolga Guney

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Li Qamişloyê şanoyeke bi navê ‘Yekitî’ hat pêşandan

Li Qamişloyê şanoya bi navê ‘Yekitî’ hat pêşandan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist