Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Jinan bi berhemên xwe 8’ê Adarê pêşwazî kirin

March 2, 2022
0 0
Jinan bi berhemên xwe 8’ê Adarê pêşwazî kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, her sal bi armanca pêşandana berhemên çandî ku kevneşopiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan bide û rengê jinan di hûner û wêjeyê de eşkere bike Mîhrîcana Wêje û Hunerê ya Jinê tê lidarxistin.

 

Festîvala ku îsal cara 7’an bi dirûşmeya “Jin kulîlka bihara candê ne” tê organîzekirin, bi çalakiyên rengîn pêk hat.

Bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê, Komîteya Nivîskarên Jin û Tevgera Hîlala Zêrîn, festîvala du rojan a ku li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin, tevî jinan ji aliyê mêran ve jî rastî eleqeyek mezin hat.

Festîvala ku di pêvajoya zêdebûna êrîşên dagirkeriyê û polîtîkayên dorpêçî-ambargoyê yên li ser herêmê de pêk hat, ji bo gel bû çavkaniya moral û motîvasyonê, di heman demê de derfet da jinan ku jêhatiya xwe nîşan bidin û qezencên aborî bi dest bixin.

Di mîhrîcanê de berhemên destan, cilên kevneşopî yên jinên Kurd-Ereb-Asûrî, berhemên kevnar û tablo hatin pêşandan, her wiha nivîsên wêjeyî yên wekî pirtûk, helbest û çîrok hatin pêşkêşkirin.

ROJA YEKEMÎN A FÊSTIVALÊ

7. Festîvala Wêjeya Jinê bi balkişandina li ser rola jinan di bilindkirina girêdana jinê bi xweza, çand, civak û jiyanê re, parastina yekîtî û hevgirtina gelên herêmê û piştgirîkirina aştiyê hat lidarxistin, di roja xwe ya yekemîn de bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo di serî de yên di êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Hesekê de şehîd bûn, hemû şehîdên şoreşê destpê kir.

Piştî axaftina vekirinê ya ji aliyê endamê Komîteya Çandê Botan Hoşe hat kirin, şano, helbest û çîrok bi zimanê Kurdî, Suryanî û Erebî hatin pêşkêşkirin. Helbestvan û nivîskaran helbest û çîrokên xwe gotin. Koma Muzîkê ya Gerê Stêrk derket ser dikê û govendên gelêrî ji aliyê Koma Ezîz Ereb û Koma Suryan Yerthona ve hatin pêşkêşkirin.

Roja yekemîn a mîhrîcanê bi nîşandana fîlmên “Sarya”, “Jiyana min tim şer bû” û “Mal” bi dawî bû.

ROJA DUYEM: BERHEM HATIN XELATKIRIN

Roja duyemîn a festîvalê ji roja yekem zêdetir bal kişand ser xwe. Piştî mîhrîcana ku bi şanoya Tevgera Hîlala Zêrîn dest pê kir, ji aliyê Koma Şehîd Lorîn ve helbest û stran hatin pêşkêşkirin. Di mîhrîcana ku Koma Şanoya Darsî jî lîstika şanoyê pêşkêş kir de, folklorî yên herêmî jî hatin pêşkêşkirin.

Di dawiya festîvalê de ji bo berheman merasîma xelatdayînê hat lidarxistin.

Endama Koma Şanoya Hîlala Zêrîn ya Qamişlo û endama Koma Şanoya Sara Baran Bera Ferec Hesen ku bi çîrokên xwe beşdar bûn sedema beşdarbûna festîvalê bi van gotinan vegot: “Armanca me ya beşdarbûna vê festîvalê ew e ku jin û wêje mijara sereke be. Me xwest bi rengê jinê beşdarî vê festîvalê bibin. Ji bo ku em çîrokên xwe yên kevn nûjen bikin û bijîn em tevlê bûn. Weke ku tê zanîn wêjeya Kurdî bi çîrokan hebûna xwe bi vegotinê domandiye. Me di vê festîvalê de çar çîrok vegotin. Hin çîrok ji aliyê me û hin jî ji aliyê zarokan ve hatin gotin. Me xwest ku ev çîrokên mezinên me winda nebin, çîrokên me bi nifşên nû re berdewam bikin. Me xwest ku nifşên nû jî çanda me nas bikin.”

Next Post

‘Jiyana Besê Anûş bû roman’

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist