Jinên Kurd ên li welatên Skandînavyayê, xwe ji bo 1’emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Jinê ya Şehîd Sema amade dikin.
Festîval wê 4’ê Hezîranê li bajarê Goteborg ê Swêdê bê lidarxistin.
Ji festîvala ku wê bi dirûşma ‘Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike û azad bibe’ pêk were, Yekîtiya Jinên Kurd a li Skandînavyayê (YJK-Skandînavya) wê pêşengiyê bike.
Hunermend Çopî Fetah, Evîn Akbaş, Ozan Fîgen, Girîn Cizîrî, Koma Folklor a Keçên Rojava, Koma Defê ya Hejîn (jinên Rojhilat), Koma Folklor a Hindî (the third eye) wê derikevin ser dikê û hunera xwe nîşan bidin.
Her wiha di festîvalê de govend, şahiyên ji bo zarokan, pêşangehên cil û bergan, helbest, xwarin û kelepûrên Kurdewarî wê werin amadekirin.