Şêwekar, grafîker û sêwirmend Asli Filîz, ji bo jinên Kurd ên hatine qetilkirin, her wiha jinên ku zext û zor li wan hatiye kirin, li Hamburgê pêşangeheke bi navê “Jinên Jîndar” vedike. Peşangeh ji hêla “Neues Amt” ve bi rê ve diçe û bi giştî dê 30 berhemên Asli Filîzê di vê pêşangehê de cih bigirin; her yek ji van berheman bi disîplînên hunerî yên cuda hatine hazirkirin.
Asli Filîz bi bîr xist û got, hişmendiya serdema navîn a ku bi awayekî sîstematîk jinan weke “cazû” nîşan dida û qetil dikir, îro jî dewam dike. Gava ku Asli Filîz serpêhatiya van jinên ku hatine qetilkirin, xwendiye, aciz bûye û dilê wê êşiyaye. Ji lewma jî biryar daye pêşangeheke bi vî rengî hazir bike.
‘Jin jiyan azadî’ bû felsefeyek
Asli Filîz di wêneyekî xwe de porê bi rastî jî bi kar aniye, wê ji bo vî porî jî got, “Ew porê ku di bin resmê de tê xuyanê, porê min ê bi rastî ye. Min xwest porê xwe jî bi yê Jîna ve bikim. Ji ber ku Jînayê jin hemû li ser rêyekê li hev kom kirin.” Wekî din, Asli Filîzê, wêneyê Garîbe Gezer û Aysel Tuglukê jî çêkirine. Her wiha hin xebatên wê yên ku çanda Mezopotamyayê tînin ziman û weke xalîçeyan hatine çêkirin jî di pêşangehê de cih digirin. Wê ji bo motîfên xwe yên li ser van xalîçeyan jî got, “Ez wisa difikirim ku ev xebatên min rewşa jinê ya li Mezopotamyayê baş rave dikin.”