Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir

October 22, 2022
0 0
JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Koma JinMa ji bo bîranîna rojnamevan Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin û Jîna Emînî ya li Îranê hat qetilkirin, strana bi navê “Jin jiyan azadî” amade kir û klîba stranê hat belavkirin. 
 
Jîna Emînî ya ku li Îranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat qetilkirin û rojnamevan-akademîsyen Nahgihan Akarsel a ku li bajarê Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê li naverasta kolanê hat qetilkirin bi stranan tên bibîranîn. Piştî qetilkirina Jîna Emînî ku li seranserî dinyayê jinan li dijî rejîma Îranê çalakî li dar xistin û berxwedana ku dest pê kir hê jî didome. Bi xwepêşandanan re dirûşma “Jin jiyan azadî” jî li tevahiya dinyayê belav bû û ev dirûşm ji çalakiyên jinan re bû pêşeng. 
 
Dirûşm her ku li cîhanê belav bû her wiha bû mijara stran û helbestan jî. 
 
Bi du qetilkirina Jîna Emînî re ku li seranserî dinyayê xwepêşandan hebûn di 4’ê cotmehê de jî endama Navenda Akademiya Jineolojiyê û rojnamevan Nagihan Akarsel li Silêmaniyê hat qetilkirin. Jinan li gelek deverên dinyayê vê carê ji bo Jîna û Nagihan bûn dengê dirûşma “Jin jiyan azadî” û dengê vê dirûşmê berztir bû. 
 
Koma JinMa ya Ma Music Centerê ku li Amedê xebatên xwe hunerî bi rê ve dibe ji bo bîranîna Jîna û Nagihan bi navê “Jin jiyan azadî” stranek amade kirin û klîba ku ji wêneyên Nagihan û Jîna û dîmenên xwepêşandanên bo Jînayê pêk tên, çêkir. 
 
Gotinên stranê ku ji aliyê Evîn Tiryakî û Devrîm Demîr ve hatiye nivîsandin wiha ne:
 
“Em pêşengên şoreşê ne 
Her li qada ne 
Jin jiyan azadî ye 
Rê berxwedan e 
 
Em jinên şoreşger in 
Li dijî dagirker in 
Xwediyên vîna pola ne
Xofa dilê neyara ne 
 
Em Nagîhan û Jîna ne
Li hember nezanan e 
Raperîna Jinê ne 
Îro li her derê ne
Em bi soz û peyman in 
Xwediyên doza kevnar in 
Hêvîya hemû dinê ne 
Mizgîniya azadiyê ne” 
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’

‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist