Komuna Film a Rojava, bi sponsoriya Tevgera Çand û Huner a Baqî Xido, li Kobanê kargeheke sînemayê vedike. Di kargehê de dewreya perwerdeyê ya 15 rojan wê bê dayîn. Dersên dîroka sînemaya Kurdî, derhênerî, montaj, senaryo, produksiyon, ronahî, kamera, deng, makyaj, kast û cil û berg wê werin dayîn. Kesên dixwazin tê de cih bigirin, divê heta 4 Adarê xwe qeyd bikin.
Di kargehê de dersa dîroka sînemaya Kurdî ya Şoreşgerî jî wê were dayîn. Piştî kargehê wê kurtefilm bê amadekirin, ji bo ku bêhtir sînema were naskirin. Em ê Komuna Film a Rojava mezin bikin û em ê bigihînin astên herî bilind. Heta niha bêhtirî 15 kesan navê xwe tomar kiriye, piştî kargehê wê kesên jêhatî di komunê de bên qebûlkirin.”