Nêzî 10 salane bi awayek bêdeng bi wêneçêkirine ve mijole û niha li Iraq û Herêma Kurdistanê bûye xwedî stîla xwe ya taybet a hunerî.
Karzan Omer ciwanekî navçeya Daretû ya Hewlêrê ye û beşa Wêjeya Kurdî temam kiriye. Li gel karûbarên xwe yên rojane, diçe odeyek mala xwe û bi çêkirina wêneyan ve mijol dibe. Rojên betlaneyê jî hemû dema xwe bi çêkirina wêneyan re derbas dike.
Wêneyên Karzan ji wêneyên din cudaye û stîlek taybet a xwe heye ku ew ji bi riya agir, spray û rojnameyê wêneyan çêdike.
Karzan diyar kir ku li Herêma Kurdistanê bûye xwedî yekemîn stîla tabloya spray, her çiqas lîstikvanê maça fotbulê ya Kurdistanê û Iraqê bû, lê vê yekê ji hunerê sar nekiriye û dixwaze hemû hez û hewesa xwe bide hunerê.
Her ku diçe xwesteka li ser tabloyên Karzan zêdetir dibe. Nirxê tabloyekî wî ji hezar dolar heta 10 hezar dolar destpê dike. Hemû karê xwe ji bîr û endîşeya xwe diafirîne.
Karzan Omer rengên tarî bi kar tîne û gelek caran spray ji derve dikire û li Herêma Kurdistanê bi dest nakeve. Niyeta wî heye ku pêşerojê ji bo wêneyên xwe galariyekê veke û bi riya berdewamkirina karê xwe ji huner û şêwekariya Kurdî re xizmetê bike.
(ab)