Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Kerwan hest û hêviyê Efrînê vedibêje

January 12, 2022
0 0
Kerwan hest û hêviyê Efrînê vedibêje
Share on FacebookShare on Twitter

We kurtefilmek anîmasyon bi navê Kerwan (Elqafîla) amade kir. Gelo bûyer û mijarên vê fimê li ser çi ne?

Filma Kerwan çîrokek e ku zarokeke Efrînî roj û xewnên xwe yên reş û tarî bi xêzên xweyî li ser dîwarê xaniyên xerabe bi tevn kiribû. Filma Kerwan êş û zehmetiyên trajîk ên koçberan tîne ziman. Her wiha behsa hêvî, vîna bihêz û berxwedana gelê Efrînê ya bêhempa ji bo vegera li welat dike.

Me xwest bi rêya filmê em ji cîhanê hemûyî re, ji hêzên dagirker re yên ku ax û mafên mirovan binpê kiribûn û ji wan aliyan re ku xwe weke hilgirê mafê mirovahiyê pênase kiribûn lê ji van serpêhatiyên trajik re bêdeng mabûn, vê yekê bibêjin: “Heta ku ax bi rengên xwe hemûyan berxwedanê biafirîne, ti maf wê winda nebe û di serî de jî berxwedana çandî û hunerî ya ku kêlî bi kêlî beramberî bişaftin û tinekirinê ve tê, lê tevî vê yekê berxwedaneke bi hêz û bêhempa derdikeve pêş û pêk tê.”

Rewşen bi xêzkirina xwe ji me re rewşa koçkirina piraniya zarokên Efrînê diyar kir, ka çawa di pêvajoya koçkirina bi darê zorê de hêviyên wan şikest, mal û milken wan li şûna wan man û hatin rûxandin û çawa gelek kes li çiyayê Lêlûnê jiyana xwe ji dest dan û şehîd ketin. Weke derhênerên filmê, me xwest em wê yekê nîşanî Rewşen û zarokên Efrînê bidin. Herçendî dem bibore, lê di dawiyê de wê welat rizgar bibe û zarokên Efrînê wê vegerin cih û warê xwe. Jixwe, berxwedana gelê Efrînê ta niha didome. Çawa ku berxwedana çandê dikin û fêrî zimanê dayikê dibin û pê dixwînin û dinivîsin. Her wiha ev yek dijmin dilerizîne ji ber ku dijminê dagirker hewl dide ku çand û zimanê gelê Kurd binpê bike û tine bike da ku gelê Kurd tine bike, lê zarokên gelê Kurd xwe bi zimanê dayikê bihêz û xurt kirine û li dijî kirinên dagirkeriyê disekinin.

Çavkanî: #PolîtîkAzad

Next Post
Lîsteya kovarên Kurdî

Lîsteya kovarên Kurdî

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist