Rojekê menejerekî Fransî yê bi navê Jose da Silva diçe ku li dengê wê guhdarî bike. Piştî ku li dengê wê guhdarî dike gelek jê hez dike û dixwaze wê bibe Parîsê. Evora di serî de napejirîne, lê dawiyê dibêje, “Qet nebe ez ê Parîsê bibînim” û pêşniyaza Jose da Silva dipejirîne. Paşê ew sala 1988´an berê xwe dide Parîsê. Gava ew diçe Parîsê, 47 salî ye. Lê ji ber ku dengê wê dengekî xweş û çeleng e, zû jê tê hezkirin. Piştî demekê êdî ew ji bo konseran derdikeve ser dikê. Lê tişta ku Evora dike hunermendeke bi qedir, helwêsta wê ya li ser sahneyê ye. Ji bo “hemû mirovên birçî yên dinyayê û civakên xizan” ew her tim pêxwas derdikeve ser dikê û dixwaze balê bikişîne ser vê rewşê. Li ser dikê, ti carî pêlavên biriqî naxe lingê xwe û di hemû konserên xwe de pêxwas li ser sehneyê ye. Ji ber vê, helwêsta wê ew wek “keybanûya pêxwas” ya li ser dikan tê naskirin.
Di hevpeyvîneke xwe de Evora dibêje, “Pêxwas xwe bêhtîr bexwtewar û azad hîs dikim. Em tazî hatin dinyayê û em ê tazî vegerin.” Evora li gel van hêlên xwe her tim li ser dikê rehet û azad tevgeriyaye, ji maqyaja zêde qet hez nekiriye û dem hatiye li ser dikê puroya xwe pêxistiye û kişandiye. Ji ber ku xwezayî ye, bêhtir ji wê hatiye hezkirin û lê hatiye guhdarîkirin.
Li gel çelengbûn dengê Evora ew bi “Şêwazê Mornayî” û “Koledera” stranên xwe distrê. Ev şêwaz, ji şêwazên muzîkeke taybet a Cape Verde ye. Yek ji kesên herî baş temsîliyeta van şêwazan dike jî Evora ye. Tenê ne ev şêwaz, şêwazê Evora her wiha dişibe şêwazê Fadoyên Portekîzê jî û şêwazên Kuba û yên Efrîkî jî di qirika xwe de dihewîne. Ji ber van taybetmendiyên xwe, ew li welatê xwe weke “Qasida Çandê” tê pênasekirin û bi vî awayî jî tê xelatkirin.
Di strana xwe ya bi navê Sodadê de ew hesreta xwe ya ji bo welatê û dûriya ku rê li ber dirêj kirine, tîne ziman. Gotinên vê strana wê ya navdar wiha ne: